‘Em ê li her derê bibin dengê girtiyên nexweş‘

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê, ji bo balê bikişînin li ser zextên dewletê yên li girtîgehên Tirkiyeyê yên li ser girtiyên siyasî bi taybet girtiyên nexweş, çalakiyek hate lidarxistin.

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê, ji bo balê bikişînin li ser zextên dewletê yên li girtîgehên Tirkiyeyê yên li ser girtiyên siyasî bi taybet girtiyên nexweş, çalakiyek hate lidarxistin. Çalakgerên ku li ser banga pêkhateyên Têkoşîna Şoreşger a Yekbûyî hatin cem hev, li ber Globusê mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de ji bo bîranîna kesên di rêya şoreş û têkoşîna azadiyê de şehîd bûne deqeyek rêz hate girtin.

Di çalakiyê de li ser navê Têkoşîna Şoreşger a Yekbûyî bi zimanê Elmanî daxuyanî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku zêdeyî 600 girtî di girtîgehên Tirkiyeyê de nexweşên giran in û got:“Zêdeyî hezar û 600 girtiyên nexweş her cure zext û rêbazên îşkenceyê hatine kirin û tedawiya wan tê astengkirin û ew terkî mirinê hatine kirin.“

Di daxuyaniyê hate gotin ku di 2 salên dawî de di encama polîtîkayên rejîma faşîsta a AKP-MHP'ê ya li dijî girtiyên siyasî de 59 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û ev agahî hatin dayîn:“ Terora tecrîd û sirgûnê, qedexekirina pirtûk, rojname, kovar, name û serdan, bêparkirina mafên qadên hevpar, rêgirtina li berdana girtiyên şoreşger bi rêbazên cezakirina keyfî, ferzkirina sîxuriyê, mirin û kuştinên bi guman, gefên li ser malbatan, tacîz, destavêtin, îşkence pêkanînên dijmirovahî yên faşîzma dewleta Tirk a li ser girtiyan, ev tenê yên hatine bihistînin.

Bi belavbûna şewbê re binpêkirinên herî giran ên mafan û pêkanînên dijmirovî yên li girtîgehan derketiye asta herî jor, bi hinceta nexweşiya şewbê hemû têkiliya girtiyan bi cîhana derve re hatiye astengkirin û tecrîda li ser girtiyên siyasî kûrtir bûye. Li dijî vê zilma faşîst divê em bibin yek û dengê xwe bilind bikin.

Werin em ji bo azadiya Aysel Tûglûk, Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî û hemû girtiyên nexweş ên giran kolanan dagir bikin û ji bo girtiyên li girtîgehan hatin qetilkirin hesab bipirsin. Ji hemû girtiyên nexweş re azadî! Em li kûderê bin em ê daxwaza xwe ya azadiyê ji girtiyan re berz bikin.“

Piştî daxuyaniyê, dirûşme hatin berzkirin û banga xurtkirina piştevaniya bi girtiyên şoreşger re hate kirin.