Li Krefeldê Ûgûr Şakar hate bîranîn
Kurdistanî û dostên wan Ûgûr Şakar ê di sala 2019’an de li dijî komploya navndewletî bedena xwe da ber agir, li cihê çalakiyê hate bîranîn.
Kurdistanî û dostên wan Ûgûr Şakar ê di sala 2019’an de li dijî komploya navndewletî bedena xwe da ber agir, li cihê çalakiyê hate bîranîn.
Ûgûr Şakar ê ku di 20’ê Sibata 2019’an di saet 10.20’an de li dijî komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Dadgeha Krefeldê bedena xwe de ber agir, li cihê çalakiyê hate bîranîn.
Di merasîma bîranînê de Kurdistaniyên ji Krefeld û derdora wê amade bûn, hevalê Ûgûr Şakar Huseyîn Pert, siyasetmedar Lezgîn Botan, nûnerên Tevgera Jinên Kurd û Dîe Lînke axaftin kirin.
Nameya ku Ûgûr Şakar li pişt xwe hişt hate xwendin û soza girêdana bi têkoşînê re hat dayîn.
Meresima bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîda namirin“ bi dawî bû.