Lîderên 27 welatan bi lez dicivin

Lîderên 27 welatên Yekîtiya Ewropayê wê vê êvarê civîneke bilind li Brukselê li dar bixin û li hemberî Moskowayê "helwest" û "çalakiyên hevpar" destnîşan bike.

Piştî ku Moskowayê ragihand ku Komarên Gel ên Lûgansk û Donetskê yên li Ûkraynayê nas dike, lîderên 27 welatên Yekîtiya Ewropayê wê ji bo diyarkirina "nêzîkatî" û "çalakiyên hevpar" vê êvarê rû bi rû civîneke bilind lidar bixin.

Rayedarekî Ewropî got, "Çalakiyên êrişkar ên Federasyona Rûsyayê, hiqûqa navneteweyî û yekparebûn û serweriya xaka Ûkraynayê binpê dike. Her wiha derbê li sîstema ewlekariyê ya Ewropayê dixe" û wiha dewam kir, "Girîng e ku di nava yekîtiyê de em bi biryar bin û nêzîkatiyeke hevpar destnîşan bikin."

Civîna bilind a rû bi rû wê saet di 20:00 de pêk were.