Swîsre: Divê Tirkiye li gorî hiqûqê tevbigere

Hikûmeta Swîsreyê bersiv da pêşnûmepirsên parlementera EAG‘ê ya koalîsyona çep a radîkal Stefanie Prezioso û ji Tirkiyeyê xwest ku li gorî hiqûqê tevbigere.

Di Kanûna borî de Parlamentera Koalîsyona Çep a Radîkal EAG Stefanie Prezioso li dijî zêdebûna zextên li ser Kurdan li Tirkiyeyê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê pêşnûmepirs pêşkêşî Parlamentoya Federal a Swîsre kiribû. Prezioso di pêşnûmepirsên ku ji bo Konseya Federal bi bersivîne de, “ Konseya Federal ji bo rêzgirtina mafên mirovan li Tirkiyeyê çi dike?" pirs kiribû.

Li ser pênûmepirsên Prezioso, hikûmeta Bernê diyar kir ku Wezareta Karên Derve ya Federal (EDA) bi rêya balyozxaneyên xwe yên li Enqereyê, rewşa mafên mirovan li Tirkiyeyê bi taybetî bûyerên li dijî kêmnetewan ji nêz ve dişopîne.

Hikûmetê her wiha bi bîr xist ku wan di têkiliyên xwe yên bi gelek rayedarên Tirk re her tim banga " Pêwîstiyên bingehîn ên mafên mirovan û serweriya hiqûqê pêk bînin“ kirine.

Hikûmeta Swîsreyê careke din bang li dewleta Tirk kir ku piştgiriya xwe ji bo însiyatîf û projeyên Konseya Ewropayê (KE) ya ji bo başkirina şert û mercên jiyanê yên girtiyên li Tirkiyeyê ragihand.

Hikûmeta Swîsre bi domdarî ev daxuyanî da:

“Em piştgiriyê didin xebatên Komîteya Wezîran a KE yê ku biryarên AÎHM‘ê girtine ji bo hemû welatan derbasdar in. Her wiha hem Balyozê Swîsreyê yê li Enqereyê û hem jî konsolosxaneya Stenbolê bi saziyên sivîl ên civakî yên ku di warê mafên mirovan de dixebitin re di nava têkiliyê de ne. Nûnerên Swîsreyê jî bi rêkûpêk dozan di cih de dişopînin.”