Çalakiya li pêşiya Neteweyên Yekbûyî didome

Çalakiya ku Kurdistaniyan li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevreyê ya Swîsreyê dabûn destpêkirin, didome.

Ji 25’ê Çileyê 2021’an û heta niha her roja Çarşemê di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de li pêşiya Neteweyên Yekbûyî çalakî tê lidarxistin. Ev çalakî 13 meh in didome.

Çalakî li konê berxwedanê ya li pêşiya avahiyê didome. Di vê çalakiyê de tê xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin. Di heman demê de êrişên dagirker ên dewleta Tirk, qetlîam û bêdengiya Neteweyên Yekbûyî tê protestokirin.

Di çalakiyê de Hevserokê Navenda Civaka Kurdan a Cenevreyê Salîh Saglam diyar kir ku çalakiyan salek e didome û got “Em ê li her derê biryardariya xwe bidomînin. Em ê li ser xeta berxwedanê ya gerîla û Rêbertî têbikoşin û em ê xeta teslîmiyetê qebûl nekin. Em careke din diyar dikin em ê konsepta tunekirinê ya li ser xwe qebûl nekin, li ser xeta Rêbertiya xwe em ê têkoşîna xwe bênavber bidomînin. Divê tu gumana van dewletan tunebe, heta ku Rêber Apo û gelê Kurd azad bibin, em ê berxwedan û têkoşînê bidomînin.”