Li Ewropayê ji ber bahozê 16 kes mirin

Li bakur rojavayê Ewropayê, hejmara mirovên ji ber bahoza Euniceyê jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 16 kesî. Bahoz bû sedema xisareke mezin a madî.

Bahoza Eunice ku li Îrlandayê dest pê kir, destpêkê bandor li beşeke Îngilistanê kir, piştre jî ji Fransa û Beneluxê (Belçîka, Hollanda, Luksemburg) derbasî Danîmarka û Elmanyayê bû. Li her devera ku bahozê bandor lê kir, alarma sor hate dayin.

Li gorî saziya rêyên hesinî ya Elmanyayê Deutsche Bahn, li zêdeyî hezar kîlometreyî xisar li rêyên hesinî bûye. Li bakurê welêt jiyan tevizand.

Li tevahiya bakur rojavayê Ewropayê bi sedan seferên balafir û trenan hatin betalkirin.

Heta êvara Şemiyê 16 kesan ji ber bahoza Euniceyê jiyana xwe ji dest dan.

Li Hollandayê 4, li Polonyayê 4, li Îngilistanê 3, li Elmanyayê 2, li Belçîkayê 2 û li Îrlandayê jî kesekî jiyana xwe ji dest dan. Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan, ji ber ku dar bi ser wan ve ket jiyana xwe ji dest dan.

Li Îngilistanbê elektrîka herî kêm 226 hezar xaniyan qut bû. Li gorî şîrketên sîgortayê li vî welatî bi qasî 300 milyon sterlînî xisar bû.

Li Hollandayê bandoreke giran li tevnên rêyên hesinî bû. Li Belçîkayê jî bandoreke giran li rêyên hesinî bû. Li herêma Bretonya ya Fransayê bi bilindahiya 9 metreyî pêlên deryayê rabûn.