Kampanya îmzeyan ku ji bo PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin hate destpêkirin, li Swîsreyê jî dewam dike. Ji beşdarên kampanyayê parlamentera EAG'ê Stefanie Prezioso û aktîvîst Flurin Bucher li ser girîngiya kampanyayê û sedema piştgiriya xwe ji ANF'ê re axivîn.
Parlamentera Koalîsyona Çep a Radîkal (EAG) Stefanie Prezioso anî ziman ku bi salane dixwazin PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin û got, "Cihgirtina PKK'ê li vê lîsteyê şaşitî û neheqiyeke mezin e. Sedema bingehîn a bicihkirina PKK'ê li vê sîsteyê, nirx û temsîliyeta ku PKK îfade dike. Li dijî vê biryara neheq û şaş a dewletên ku vê îfade û temsîliyetê li qaşo pîvanên xwe nayne, ez ê timî bixwazim ku PKK ji lîsteyê bê derxistin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe."
BUCHER: TEVGEREKE PÊŞENGA ŞOREŞA ROJAVA NABE KU BÊ TERORÎZEKIRIN
Yek ji piştevanên kampanya derxistina PKK'ê ji lîsteya 'terorê' aktîvîst Flurin Bucher jî heyraniya xwe ya li demokrasiya yekser û azadîparêziya jinê û ekolojîk a li Rojava re nîşan da.
Bucher diyar kir, ji dema ku haya xwe ji têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd û şoreşa li Rojava çêbû, ew piştgiriyê dide têkoşîna Kurdan û destnîşan kir, ku ji bo derxistina PKK'ê ya ji lîsteya 'terorê' agrûman hemû têrker in û got, divê saziyên navneteweyî, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî piştgiriyê bidin kampanya îmzeyan.
Bucher ragihand ku sala 2021'ê li Swîsreyê di çalakiyeke ji bo kampa penaberan a Morio de wî têkoşîna gelê Kurd nas kiriye û diyar kir ku wê demê bi saya aktîvîstên ji Rojava hatin, bûm heyranê têkoşîna gelê Kurd a li dijî ziman dewleta Tirk û berxwedana li dijî barbariya DAÎŞ'ê. Bucher bi dewamî got, "Ya ku destpêkê bala min kişand projeya Make Rojava Green Again (Em Rojava jinûve şîn bikin) bû. Sala 2021'ê me li Swîsreyê tevî tevgerên avhewayê li ser modela ekolojiyê ya li Rojava panelek lidar xist.
Dema ku hîn bûm ev modela ekolojiyê ji aliyê şervanên Kurd ve hatiye avakirin ku wan şervanan sala 2014'an li Şengalê li dijî DAÎŞ'ê şer kirin û li ber komkujiyê rabûn, hingî bala min hîn bêhtir çû ser gelê Kurd. Bi saya têkoşîna gelê Kurd a li dijî çeteyên DAÎŞ'ê aştî û aramî çêbû. Ev rastî têrê dikin ku PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin."