Êrîşên dewleta Tirk li Freîbûrgê hatin protestokirin

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd li Freîbûrgê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurdistanê li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, nûnerên Dîe Lînke û gelek rêxistinên çep ve bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.

Di çalakiya danê êvarê ya li Freîbûrg Haûptbahnhofê de, axaftin hatin kirin û di axaftinan de bal kişandin li ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelên Kurdistanê. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku gelên Kurdistanê li dijî êrîşan xwe bi rêxistin kirine û li her çar parçeyên Kurdistanê berxwedaneke bê hempa nîşan dan e.

Axaftvanan êrîşên dewleta Elman ên li dijî Kurdan jî şermezar kirin û bang li dewleta Elman kirin ku dest ji van polîtîkayan xwe berde.

Di çalakiyê de ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin îmze hatin komkirin.