HDP’ê li Berlînê hin serdanên dîplomatîk kir
Heyeteke HDP’ê li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye, hinek serdanên dîplomatîk kir.
Heyeteke HDP’ê li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye, hinek serdanên dîplomatîk kir.
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlementerê HDP’ê Sezaî Temellî, Nûnerê Ewropayê Devrîş Çîmen, Hevberdevka Nûnertiya Elmanyayê Leyla Îmret di navbera 14-16’ê Sibatê de li Berlînê hin serdanên dîplomatîk kir.
Di sê rojan de heyeta HDP’ê çû serdana partiyên siyasî Partiya Çepgir (Dîe Lînke), Partiya Sosyal Demokrat (SPD), Partiya Keskan û bi nûnerên Tifaqa Pêşverû re hin hevdîtin kirin.
Di serdana Partiya Çepgir de, her du aliyan diyar kirin ku ew kêfxweş in di navbera Partiya Çepgir û HDP’ê de hevkarî heye. Di serdanê de hate diyarkirin wê hevkarî û piştgirî zêdetir bibe.
Di serdana SPD’ê de jî heyeta HDP’ê diyar kir divê têkiliya Tirkiye û Elmanyayê li ser regezên demokratîk were avakirin.
HDP çû serdana Wezîrê Çandiniyê Cem Ozdemîr ê ji Partiya Keskan û parlementera eyaleta NRW’ê Bêrîvan Aymaz. Di serdanê de qala geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê û yên di qada çandiniyê de hate axaftin.