Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistiyê ya Elmanyayê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyeke niviskî da.
‘ZIMAN XWEBÛN E‘
Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistiyê ya Elmanyayê anî ziman ku windabûna zimanan, windabûna çand, civak, gel û netewan e û got:“Hebûna ziman, hebûna neteweyan e. Ziman xwebûne. Eger ziman tune bibe, çand tune dibe. Çand tune bibe, hişmendiya neteweyî pêk nayê ango tune dibe. Hişmendiya neteweyî di civakekê de tune bibe, netewe pêk nayê. Ji ber vê di serdema me ya îro de hebûn û jiyana ziman pir girîng e. Li ku derê dibe bila bibe, perwerdeya bi zimanê dayîkê ji bo mirov mafekî herî bingehîn e.“
Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistiyê ya Elmanyayê, 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû gelên bindest ên cihanê û bi taybet gelên Kurdistanê pîroz kir.
‘LI HER QADÊ EM BI KURDÎ BIAXIVIN‘
Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistiyê ya Elmanyayê bang li Kurdan kirin û got: “Werin em li her qadên jiyanê de; bi Kurdî bihizirin, Kurdî bixwînin, Kurdî binivîsin û Kurdî biaxivin. Da ku em bikarin zimanê xwe biparêzin.“