Îngîltereyê der barê 5 bankeyên Rûs de biryara mueyîdeyê girt
Îngîltereyê, piştî Rûsyayê serbixwebûna Donetsk û Lûhanskê nas kir, der barê 5 bankeyên Rûs û 3 kesan de biryara mueyîdeyê girt.
Îngîltereyê, piştî Rûsyayê serbixwebûna Donetsk û Lûhanskê nas kir, der barê 5 bankeyên Rûs û 3 kesan de biryara mueyîdeyê girt.
Serokwezîrê Îngîltereyê Borîs Johnson, li parlementoyê têkildarî geşedanên dawî yên li Ûkraynayê axivî. Johnson, biryara esasgirtina serbixwebûna Donetsk û Lûhanskê ya ji aliyê Rûsyeyê ve wekî "Înkarkirina rewabûna dewleta Ûkraynayê" wesifand.
Johnsên ragihand ku di çarçoveya mueyîdeyên ewil ên têkildarî Rûsyayê de, der barê 5 bankeyên Rûs de biryara mueyîdeyê girtine. Johnson diyar kir ku der barê Rossiayaz Bank, Isbank, General Bank, Promsvyazbank û Black Sea Bankê û 3 kesên zengîn ên bi navê Gennady Timchenko, Igor Rotenberg û Boris Rotenberg de biryara mueyîdeyê girtine.
Johnson bilêv kir ku ev asta ewil a mueyîdeyan e û ger dagirkerî bidome û berfirehtir bibe dê mueyîdeyên wan jî girantir bibin.
Her wiha Johnson destnîşan kir ku dê piştgiriya Îngîltereyê ya ji bo Ûkraynayê jî bidome.