'Em nikarin qebûl bikin ku Israîl hesab nede'

Li dijî komploya navnetewî 17'ê Sibata 1999'an li ber Konsolosxaneya Israîlê ya Berlînê çalakiya protestoyî çêbûbû û 4 Kurd hatibûn qetilkirin. Ismaîl Parmaksiz ê ku di vê proestoyê de bû got ew qebûl nakin ku Israîl hesabê vê nede.

Ismaîl Parmaksiz got, ''Helwesteke pir demokratîk û normal bû. Ev helwesta me bi xwînê serkutkirin. Li ber çavê hemû cîhanê ev hate kirin.'' Parmaksiz diyark ir ew ê ti caran Sema Alp, Mustafa Kurt, Ahmet Acar û Sînan Karakuş ê ku li ber Konsolosxaneyê hatibûn qetilkirin ti caranji bîr nekin û got, ''Gelê Kurd divê bi wan serbilind be, divê em hemû bi wan serbilind bin.''

Parmaksiz bi bîr xist ku berpirsên komoloyê Emerîka, Israîl û Tİrkiyê bûn, li dijî wn diviya helwestek bihata nîşandan, pêşî Kurd heta sibehê ber bi Konsolosxaneya Yewnanîstan, piştre ber bi Konsolosxaneya Israîlê ve çûne û got, ''Em bi armanca protestoyê çûne wir. Ango ji bo ku em helwesta wan a bi neheqî, dijminatiya wan a li Kurdan n^şan bidin em çûne wr. Bi hezaran mirov çûbûn ber Konsolosxaneya Israîlê, ti hevalê me nekete hundir, piştre polîsan dora me girt û kesên ku dihatin nehiştin ku tevlî me bibin. Hevalên me yên ku hatin qetilkirin, ji pişta xwe hatin qetilkirin. Nehiştin em nêzî cenazeyên hevalên xwe yên li ser berfê jî bibin. Rewşeke wiha çêbû. Bi çekên mekîneyî yên giran êrîş anîne ser mirovên ku tiştek di dest wan de nebû û çar hevalên me şehîd bûn Ev hevalên me li Berlînê dijiyan. Gelek heval jî birîndar bûn.''

Parmaksiz bi berdewamî got, ''Roja dîtir ji çar kesên ku li Konsolosxaneya Israîlê çek bikaranîn yek jê şandin Fînlandiya, sêyen din, bi qasî ku di bîra min de maye demildest şandin Israîlê. Berpirs diyar bû. Ti sedema wan nebû. Kesî êrîş nebir ser Konsolosxneya Israîlê. Çalakiyeke normal a demokratîk bû. Çalakiya protestoyê bû. Bi bayê bezê ew şandin Israîlê, piştre ti lêpirsîneke jî nehat kirin, vê em gelekî êşandin..

Piştî ku çar hevalên me şehîd bûn me dev ji vê meselê berneda. Parêzer hatin girtin, Israîlê û dewleta Elman wê demê daxuyaniyeke neçê dan. Piştî wê daxuyaniyê ser meselê hate girtin. Me hê jî dev ji vê neheqiyê neqeriyaye. Malbata hevalê me Sînan Karakuş ê ku şehîd bûyî ne li vir bû. Malbata hevalê me yên din li Berlînê bû. Em ê vê dozê bidomînin..''

Parmaksiz bi berdewamî diyar kir di pêvajoya komployê de gelê Kurd û dostên Kurdan helwesteke xweristî nîşan dane û got,''Em li nav xebatan bûn. Dema ku em diçûne hin malan jinan bi girî digot, ''Hûn li serok xwedî derneketin'' û em diqewirandin. Hevalên ku şehîd bûbûn her çar jî bi rengekî çalak têdikoşiyan, li ser pirsa Kurd bihistyar bûn. Di her çalakiyê de cih digirtin. Em bi hev re bûn.

Hevala me Selma Alp hevaleke me ya ciwan bû. Heval Ahmet Acara, Mustafa Kurt û Sînan Arkadaş pir çalak bûn di pirsa Kurd de. Li dijî neheqiyên li ser Kurdan tim li pêş bûn. Çalakiyeke pir î demokratîk û normal bû. Bi xwînê ev helwestea me ya demokratîk serkut kirin. Li ber çavê hemû cîhanê ev hate kirin. Helwesteke ji nişka ve û biheq bû. Hevalên pir hêja bûn. Em ti caran wan ji bîr nakin û em ê ji bîr nekin, ne pêkan e jî. Gelê Kurd divê bi wan serbilind be, em hemû divê bi wan serbilind bin.''