Li St.Gallenê ‘Tifaqa Rojava’ hat damezrandin

li bajarê St.Gallenê bi meşekê dewleta Tirk a dagirker yê êrişê Mexmûr, Şengal û Rojava dike hat şermezarkirin. Di çalakiyê de “Tifaqa Rojava” hare îlankirin.

Li St. Gallenê roja Şemiyê bi dirûşma "Şer ji vir dest pê dike - Piştevaniya bi Kurdistanê re" meşek hat lidarxistin.

Di çalakiya protestokirina dewleta Tirk de avakirina Tifaqa Rojava hate ragihandin.

Di nava îtîfaqê de gelek komên ji Swîsre, Awûstûrya û Elmanyayê hene. Tifaqê ragihand ku armanca wan ew e ku torekê di navbera sînoran ava bikin.

Di meşa ku di saet 15:00’an de li stasyona St.Gallenê destpêkir de çalakvan piştî ku ji navenda bajêr derbas bûn vegeriyan stasyonê.

Di çalakiyê de peyama deng a enternasyonalîstek ji Rojava hate guhdarkirin.

Di axaftina li ser navê Ciwanên Sosyalîst (JÛSO) de bal hat kişandin ser modela alternatîf a li Rojava.

Di çalakiyê de bertek nîşanî hevkariya hikûmet û şîrketên Ewropayê ya bi dewleta Tirk re hat dayîn. Li wir di daxuyaniya li ser navê tifaqê hate dayin de êrîşên dewleta Tirk ên di demên dawî de li ser Şengal, Mexmûr û Rojava zêde bûne, hatin bibîrxistin.

Di şermezarkirina dewleta Tirk de, tifaqê diyar kir ku sivîl bûne hedef û hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin.

Îttîfaqê her wiha diyar kir ku ji sala 2017’an û vir ve 3 herêmên Rojava di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne û zext, mêtingerî û guhertina demografîk hatiye kirin, êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya 20’ê Çile ya li ser girtîgeha Hesekê jî bi bîr xist.

Tifaqê ragihand ku êrîşên hewayî yên hemwext ên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava yên piştî vê hewldana têkçûyî bû "bersivdayin" û di astekî mezin de zirar gihande têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê û got, "Piştgiriya bi gelê Rojava û şoreşê re ji bo parastina serkeftinê girîng e."

Tifaqê wiha daxwazên xwe rêz kir:

1. Divê artêşa Tirk û hevalbendên wê demildest ji herêmên xweser ên Kurdan derkevin.

2. Divê herêmên xweser ên Kurdan bên naskirin û danûstandinên aşitiyê yên ku nûnerên Kurdan tê de cih digirin, bên kirin.

3. Hevkariya aborî û leşkerî ya bi Tirkiyeyê re bê rawestandin; Bi taybetî hemû hinardekirina çekan demildest bê rawestandin.

4. Divê pêşî li krîmînalîzekirina xebatên siyasî yên aktîvîstên Kurd ên li Elmanya, Swîsre û Awûstûryayê bê girtin.