ROJANE
Hemû Nûçe
-
HDP: 295 kes hatin destgîrkirin, desthilatdarî li pey provokasyonê ye
Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP'ê Nûray Ozdogan got, "Di nava mehekê de 295 kes hatin destgîrkirin û 61 kes hatin girtin." Ozdogan destnîşan kir ku desthilatdarî li pey provokasyonê ye. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Ji ber ku çûye serdana QSD’ê, Enqere li pêşiya çavdêrê OECD’ê bû asteng
Destûr nehate dayîn ku parlamenterê Danîmarkayê Soren Sondergaard ê ku di heman demê de çavdêrê Rêxistina Hevkarî û Geşepêdana Aborî (OECD) û hin caran jî yê Rêxistina Hevkarî û Geşepêdanê ya Îktîsadî ye, çavdêriya hilbijartina 14’ê Gulanê bike. -
Metîna: Rojnamevan li her qadê li ber xwe didin
Berdevka MKGP'ê Roza Metîna anî ziman ku rojnamevan ji ber karê xwe kirine hatine girtin, ev yek bêhiqûqiyeke mezin e û got, "Rojnamevan li dijî vê bêhiqûqiyê li her qadê li ber xwe didin." -
ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew êşkence kirin
Du ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina muzîkjen Cîhan Aymaz dan, ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin û êşkencekirin. -
‘Nîqaşên li ser Abdullah Ocalan tên meşandin, nayên qebûlkirin’
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Stenbolê Cengîz Çîçek û Sirri Sureyya Onder çûn serdana Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê. -
Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyayê civakî hatin girtin
Li Tekîrdagê 2 kes bi hinceta parvekirinên medyaya civakî hatin girtin. -
Polîsan karkerên înşaetê û namzeta parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk destgîr kirin
Polîsan êrîşî karkerên ji bo mafên xwe yên desteserkirî hatin pêşiya Konut Emlak GYD'ê kirin û Namzeta Wekîlê Partiya Çep a Keskan Kezban Konukçu di bin îşkenceyê de hat binçavkirin. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li rayedaran dan. -
Nijadperestê ku muzîsyenê Kurd qetil kir, hate girtin
Nijadperest Mehmet Caymaz ku muzîsyenê Kurd Cîhan Aymaz ji ber ku strana 'Olurum Turkiyem' negot li Stenbolê qetil kir, bi sûcdariya 'bi zanebûn mirov kuştiye' hate girtin. -
Aksoy a ku bi kargoyê cenazeyê kurê wê jê re şandibûn: Li ber xwe bidin!
Di sala 2020’an de hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re şanedibûn û hefteya borî hatibû girtin. Aksoy peyama xwe ya pêşîn şand û got “Stûyê xwe li ber vana xwar nekin.” -
‘Li hemberî provokasyonên li ser Şengalê hesas bin’
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê li dijî provokasyonên baweriyê yên li Şengalê banga hestiyariyê kir. -
Hevserokê ESP'ê Şahîn Tûmûklû û 6 kes dîl hatin girtin
Di operasyona qirkirina siyasî ya li Stenbol û Eskîşehîrê hat lidarxistin de Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tûmûklû, namzetê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk Muslum Koyûn û edîtora ETHA'yê Nadiye Gurbuz jî di nav de 7 kes hatin destgîrkirin. -
‘Gelê Kurd wê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bide AKP’ê’
Namzetên jin ên Parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk a Wanê bertek nîşanî êrîşên qirkirina siyasî ya desthilatdariya AKP'ê dan û diyar kirin ku gelê Kurd wê di 14'ê Gulanê de bersiva pêwîst bide AKP'ê. -
ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Muzîkjen Cîhan Aymaz li cihê ku hat qetilkirin hat bibîranîn
Muzîkjen Cîhan Aymaz ku ji aliyê nijadperestekî ve hat qetilkirin, li cihê ku hat qetilkirin, hat bibîranîn. Xalê Aymaz, got: “Cîhan ji ber nasnameya xwe û gotina strana bi Kurdî ji aliyê hêzên paramîlîter ve hat qetilkirin.” -
Vê carê li Rihayê operasyona qirkirina siyasî hat kirin
Nava rojê piştî Şirnex û Edeneyê, vê carê navenda wê Riha, operasyona qirkirina siyasî hat kirin û herî kêm 11 kes hatin destgîrkirin. -
‘Çapemeniya Azad û rojnamevaniya jinê nayê bêdengkirin’
Komeleya Dema Jinan got, “Rojnamevanên Kurd û mûxalîf di bin zextê de ne. Çapemeniya Azad û rojnamevaniya jinan nayê bêdengkirin.” -
Cenazeyê Tumen ê li Nisêbînê şehîd bûbû piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
Cenazeyê Vakkas Tumen ê di navbera salên 2015 û 2016’an de li navçeya Nîsêbîna Mêrdînê dema li hemberî terora dewletê li ber xwe dida hat qetilkirin, piştî 7 salan radestî malbata wî hat kirin. -
'Zexta li ser rojnamevanan gefê li ewlekariya hilbijartinê dixwe'
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) bi wesîleya 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyaniyek dan û xwestin rojnamevanên girtî bêne berdan. -
Piştî Silopiyayê li Ceyhanê pêla destgîrkirinê
Piştî ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê gelek ciwan hatin destgîrkirin, li navçeya Ceyhan a Edeneyê jî gelek kes hatin destgîrkirin. -
Erdogan beriya hilbijartinê 'Hîzbûllahiyek' efû kir
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, 'Berpirsyarê leşkerî' yê Hîzbûllahê efû kir, ku li Enqereyê sê kes bi êşkenceyeke hovane qetil kir û piştre li jêrzemîna xaniyê xwe binax kir. -
Rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz dîl hatin girtin
Rojnamevan Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglû ku di operasyona qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin, dîl hatin girtin. Yilmaz got, "Pergala heramiyan piştî 10 rojan diqede, li ber hilweşînê ye." -
ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.