Erdogan beriya hilbijartinê 'Hîzbûllahiyek' efû kir
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, 'Berpirsyarê leşkerî' yê Hîzbûllahê efû kir, ku li Enqereyê sê kes bi êşkenceyeke hovane qetil kir û piştre li jêrzemîna xaniyê xwe binax kir.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, 'Berpirsyarê leşkerî' yê Hîzbûllahê efû kir, ku li Enqereyê sê kes bi êşkenceyeke hovane qetil kir û piştre li jêrzemîna xaniyê xwe binax kir.
Bi biryara Serokkomar a di Rojnameya Fermî de hate weşandin cezayên Mehmet Emîn Alpsoy ê ku di çarçoveya Doza Hîzbûllahê de cezayê muebbeta girankirî lê hate birîn û Korgeneralê berê Çetîn Saner ê di çarçoveya Doza 28’ê Sibatê de cezayê muebbeta girankirî lê hate birîn, hatin rakirin. Mehmet Emîn Alpsoy ê Erdogan cezayê wî rakir, piştî ku li Enqereyê 3 kes bi Êşkenceyê kuştibûn, cenazeyên wan li jêrzemîna mala xwe veşartibûn û weke “berpirsyarê baskê leşkerî” yê Hîzbûllahê cezayê muebbetê yê girankirî lê hatibû birîn.
Bi biryarê her wiha cezayên Nîhat Îlîman ê ji ber sûcê kuştina bizanebûn dihat ragirtin û Sedat Çelîk ê ji ber bazirganiya tiryakê di girtîgehê de tê ragirtin ji ber seqetbûna wan hatin rakirin.