ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.
- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok got, di hilbijaitnên 14'ê Gulanê de divê her kes dest bide hev, hêza xwe bike yek û faşîzma AKP-MHP'ê ji holê rake.
- Ji namzetên Amedê yên Partiya Çepên Kesk Azad Bariş diyar kir ku hesta berpirsyariyê û hişmendiya gel di asta herî bilind de ye û bal kişand ser daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û aştiya mezin.
- Berdevka MKGP'ê Roza Metîna anî ziman ku rojnamevan ji ber karê xwe kirine hatine girtin, ev yek bêhiqûqiyeke mezin e û got, "Rojnamevan li dijî vê bêhiqûqiyê li her qadê li ber xwe didin."
- Nivîskar Ferac: Apo hevdîtina Erdogan red kir, ji ber ku derew kir. Apo xwedî vîneke mezin e. Ev yek pir girîng e, divê bê zanîn kilîda çareseriyê pirsa Tirkiye li cîhanê li Washîngtona, Parîs nîne. Ne li Enqere ye jî, li Îmralî ye.