Cenazeyê Tumen ê li Nisêbînê şehîd bûbû piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin

Cenazeyê Vakkas Tumen ê di navbera salên 2015 û 2016’an de li navçeya Nîsêbîna Mêrdînê dema li hemberî terora dewletê li ber xwe dida hat qetilkirin, piştî 7 salan radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê Vakkas Tumen ê di pêvajoya qedexeya derketina derve ya di navbera salên 2015’an û 2016’an de li navçeya Nîsêbîna Mêrdînê de şehîd bibû, piştî 7 salan radestî malabata wî hate kirin. Cenazeyê Tumen ê di gulana 2016’an de şehîd bûbû, li goristana bêkesan a li Amedê hatibû veşartin. Polîsên ku malbata Tumen geriyan, agahdarkirin ku dikarin cenaze bigirin. Malbata Tumen, li ser vê yekê çû Amedê û cenazeyê lawê xwe wergirt. 

Hate hînbûn ku cenazeyê Tumen wê li gundê Ayran ê navçeya Bêrecûk a Rihayê were veşartin.