Aksoy a ku bi kargoyê cenazeyê kurê wê jê re şandibûn: Li ber xwe bidin!
Di sala 2020’an de hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re şanedibûn û hefteya borî hatibû girtin. Aksoy peyama xwe ya pêşîn şand û got “Stûyê xwe li ber vana xwar nekin.”
Di sala 2020’an de hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re şanedibûn û hefteya borî hatibû girtin. Aksoy peyama xwe ya pêşîn şand û got “Stûyê xwe li ber vana xwar nekin.”
Çend sal berê dîmenek hatibû weşandin ku pakêtek li ser çonga Halîse Aksoy bû. Di pakêtê de hestiyê kurê wê yê gerîla Egîd Îpek hebû.
Egîd Îpek ku di sala 2010'an de tevlî nava refên HPG'ê bûbû û di sala 2017'an de di pevçûnekê de şehîd bûbû. Malbat 3 sal li benda encamên DNA'yê mabûn.
Heya ku di Nîsana 2020’an de ji Edliyeya Amedê bi îmzeyê stend nedizanî çi di pakêtê de heye.
Halîse Aksoy got “Wê rojê ez li benda dosyeyekê bûm, pakêtêk nîşanî min dan û gotin ‘Hestî hatine’. Ez şaş û metel mam. Hestiyên kurê min bi PTT Kargoyê re şandin. Min îmze da û bi teqsiyê çûm malê.”
Dewletê bi êşkenceya li ser Aksoy têr nebû, êrîşên xwe bi awayekî sîstematîk domand.
Çend meh piştî vê hovîtiya bi pakêtê, polîsan di 24’ê Kanûna 2020’an de bi ser mala Aksoy de hat girtin, alavên wê belav kirin û dest danîn ser wêneyên zarokên wê.
Di 4'ê Adara 2022’an û 18'ê Gulana 2022'an de jî Aksoy bi şîddetê hatibû destgîrkirin û piştre hatibû berdan.
Dewleta Tirk, daraz û polî bi vê zext û êşkenceya giran têr nebûn.
Di operasyonên ku di 25’ê Nîsanê de ku li 21 bajaran pêk hat, Halîse Aksoy jî li Amedeê hatibû destgîrkirin. Di 28’ê Nîsanê de tevî keça xwe Mizgîn Karataş bi sûcdariya ‘endama rêxistinê ye’ hate girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Aksoy di peyama ewil a ku ji girtîgehê şandiye de gotiye, “Stûyê xwe li ber vana xwar nekin.”
Zavayê wê Harun Karataş ê ku bi Halîse Aksoy û keça wê Mîzgînê re hatibû destgîrkirin û piştre hate berdan wisa qala serdegirtinê kir û got “Sibehê saet di 06.00’an de hatin. Polîsên fermî û yên sivîl di nav wan de bûn. Em dayê Halîse di heman malê de ne. Polîsan girtibûn ser xaniyê ku em berê tê de bûn, ligel ku li wir kes tuneye jî derî şikandibûn. Her wiha girtin ser mala dayê Halîse jî. Li ser îfadeya şahidekî em destgîr kirin. A rast em ne xerîbê bêhiqûqtiya dewletê ne.”
Harun Karataş ê 37 salî ku bi kurê xwe Çiya 4 salî re bi tena serê xwe mane û wiha got: "Dema dayê Halise hat girtin, ji keça xwe re dibêje ‘Stûyê xwe li ber vana xwar neke’ Diyar dike ku wê li girtîgehê jî wisa li ber xwe bide. Ji bo me kesên ku em li derve ne, ev peyamek e. Me her tişt dît, em ê li ber xwe bidin û em ê stûyê xwe xwar nekin.”
Necat Çîçek ê ku parêzerê Halîse Aksoy e jî diyar kir ku muwekîla wê di çarçoveya îfadeyên şahidê eşkere Ûmît Akbîyik de hatiye girtin û got “Sûcdarkirina Halîse Aksoy li ser îfadeyên Ûmît Akbiyik e û qaşo mala wê ‘mala ewle ye’. Dema dayê Halîse bi telefonê bi rojnamevanan re jî axiviye, ev tişt wekî sûc hatiye dîtin. Li Edliyeya Ceza ya Sulhê der barê kurê wê Egît de jî pirs hate kirin. Dayê Halîsê got ‘Kurê min şehîd bû’ û dadgeriyê jê xwest têgeha ‘şehîd’ rave bike. Dayê Halîse got ‘Kurê min ji bo min şehîd e.’ Piştî biryara girtinê dayê Halîse got ‘Bijî Kurdistan’ û ji keça xwe Mizgînê re jî got ‘Stûyê xwe li hemberî vana xwar neke.”