ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 1'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di operasyona li dijî ESP'ê de hejmara kesên destgîrkirî derket 23’an
Di operasyona li dijî ESP'ê de Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu û namzetên Partiya Çepên Kesk jî di nav de hejmara kesên destgîrkirî gihîşt 23'an. -
Rojnamevanên destgîrkirî: Rojnamevaniyê biparêzin
Rojnamevan Dîcle Muftuoglû û Sedat Yilmaz ên di êrîşên qirkirina siyasî yên navend Amedê hatin destgîrkirin bi peyama, "Em pir bihêz, dilşa û biqûdret in” banga parastina rojnamevaniyê kirin. -
Qedexekirina stranên Kurdî hat protestokirin
Mûzîkjenên kolanan ên stranên bi Kurdî dibêjin, qedexekirina Kolana Îstîklalê protesto kirin û gotin, “Em Kurd in û ji ber ku em stranên bi Kurdî dibêjin lewma mudaxaleyî me dikin.” -
Erol: Tecrîda li Îmraliyê kar û kiryarên rejîma AKP'ê nîşan dide
Parêzer Ozgur Erol li sempozyûmeke Komeleya Mafên Mirovan Şaxê Enqereyê axivî û diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê têrê dike ku mirov fêhm bike, bê rejîma AKP'ê dewam bike wê çi bê kirin. -
Erdogan doza 'heqaretê' li zarokê 13 salî vekir
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi îdîaya ku heqaret kiriye doz li zarokekî 13 salî vekir. -
Hevseroka DFG'ê û rojnamevan Yilmaz ên destgîrkirî anîn Enqereyê
Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz ku sibeha 29'ê Nîsanê li Amedê hatin destgîrkirin, anîn Enqereyê. -
Li Şirnexê otobusa leşkeriyê wergeriya: 2 leşker mirin, 45 jî birîndar bûn
Li ser rêya di navbera Gundikêmelê û Sêgirkê de, otobusa leşkeran wergeriya û di encamê de 2 leşker mirin û 45 leşker jî birîndar bûn. -
HDP: Li dijî operasyonên hilbijartinê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin!
HDP’ê diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi nêzbûna hilbijartinê re operasyonên siyasî zêde kir û got: “Li dijî vê derbeyê partiya me, pêkhateyên me û hêzên têkoşer ên li Tirkiyeyê, wê heta dawiyê li berxwe bidin.” -
TEV-DEM: Em 1’ê Gulanê li kedkarê mezin Abdullah Ocalan pîroz dikin
TEV-DEM’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em 1’ê Gulanê li kedkarê mezin Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin.” -
Li dijî ESP’ê operasyona hilbijartinê: Gelek kes hatin destgîrkirin
Her ku hilbijartin nêzîk dibin, êrîşên hikûmeta AKP-MHP’ê jî zêde dibin. Di operasyona destgîrkirinê ya li dijî endamên ESP'ê de Hevserokê ESP'ê Şahîn Tûmûklû jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin. -
MLKP: Di 1'ê Gulanê de em dengê azadî û sosyalîzmê bilind bikin
MLKP'ê ji bo 1'ê Gulanê roja Karker û Kedkaran a Cîhanî daxuyaniyek da û bang kir ku li qadên 1'ê Gulanê dengê azadî û sosyalîzmê bi xurtî bê bilindkirin. -
ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rojnamevanên ku bertek nîşanî girtina hevpîşeyên xwe dan hatin destgîrkirin
Polîsan êrîş birin ser 6 rojnamevanên ku bertek nîşanî girtina hevpîşeyên xwe dan. -
PENa Kurd bertek nîşanî destgîrkirina rojnamevanan da
PENa Kurd, têkîldarî girtin û destgîrkirinên rojnamevanên li Bakurê Kurdistanê daxuyanî da û got, “Wê tu hêz nikaribe mafê girtina nûçeyan a civakê asteng bike. Wê tu kes nikaribe rastî, heqîqet û Çapemeniya Azad bêdeng bike.” -
‘Rewşa girtiyên nexweş Çetîn û Abdo giran e’
Di çalakiyên Stenbol û Enqereyê de hate diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Neslîhan Çetîn û Gulîstan Abdo giran e. -
Li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta kesên ji aliyê dewletê ve hatine windakirin, hate pirsîn
Li Amed, Êlih û Îzmîrê malbat û parêzvanên mafên mirovan ji bo kesên ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine windakirin, hatin ba hev. -
Gel bi girseyî çûn serdana şîna gerîlayê HPG’ê Mehmet Karahan
Ji bo gerîlayê HPG’ê Mehmet Karahan ê ku li Dêrsimê şehîd bûbû, şîn hate danîn. Gel bi girseyî çûn serdana şînê. -
Ji AKP-MHP’ê operasyona hilbijartinê: 48 kes hatin girtin
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya ku ji aliyê hikûmeta AKP-MHP'ê ve beriya hilbijartinê bi çend rojan hat kirin de, ji 143 kesan 48 kes dîl hatin girtin. -
Polîsan êrîşî Dayikên Şemiyê kirin, 25 kes hatin destgîrkirin
Polîsan li Qada Galatasarayê êrîşî Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan kirin û û 25 kes destgîr kirin. -
DFG: Hûn ê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da û got “Hûn ê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin.” -
Li 15 bajaran qirkirina siyasî: Gelek kes hatin destgîrkirin
Di operasyona qirkirina siyasî de edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz û Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû jî tê de, gelek kes hatin destgîrkirin. -
Temel: Partiya Çepên Kesk pêl bi pêl tê
Alîkarê Hevserokatiyê ya HDP’ê û Parlamenterê Wanê Tayyîp Temel diyar kir desthilatdarî çi bike jî wê nikaribe coşa gel bide sekinandin û got “Partiya Çepên Kesk pêl bi pêl tê.” -
Qirkirina siyasî: Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz hatin destgîrkirin - NÛ BÛ
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de ya ku navenda wê Enqere ye, li hin bajaran bi ser malan de hat girtin. Gelek kes hatin destgîrkirin ku Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz jî di nav de ne. -
Turkdogan: Divê em vê desthilatdariyê bişînin!
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê yê berê û namzetê parlementerita Partiya Çepên Kesk Ozturk Turkdogan diyar kir ku operasyona dawî ya dîlgirtinê destwerdana hilbijartinê ye û got, "Tişta ku divê were kirin, şandina vê hikûmetê ye."