ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Edîrneyê êrîşê standa Partiya Çepên Kesk hat kirin
Li ser Rêya Saraçlar, êrîşê standa Partiya Çepên Kesk hat kirin, namzedê parlamenteriyê Serdal Zimba jî di nav de 3 kes birîndar bûn. -
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Bila derfeta hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re, bê çêkirin
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku îşaret pê kir navendên siyasî di ser miwekîlê wan re ketine pêşbaziya propagandayê, diyar kir ku tecrîda girankirî berdewam e û got: “Ya divê bê kirin ew e ku derfeta hevdîtînê bi lez û bez bê çêkirin.” -
Li Stenbolê hejmara destgîrkiriyan derket 32’yan
Di serdegirtinên malan ên navenda wan Stenbol û li 6 bajaran hate kirin de hejmara destgîrkiyan derket 32’yan. -
Xwendekar li Enqereyê li ber qirkirina siyasî rabûn
Rêxistinên Xwendekaran û xwendekarên ODTU’yê operasyonên qirkirina siyasî yên di hefteya dawî de li Amed, Enqere û Stenbolê pêk hatin, şermezar kirin. -
Li Stenbolê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk zêde dibe
Ji hilbijartinan re ji du hefteyan kêmtir dem ma. Li Stenbolê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk zêde dibe. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinên bi muvekîlê xwe re bikin ku zêdeyî du sal in ti agahî jê nehatiye girtin, serlêdan kirin. -
Li Stenbolê qirkirina siyasî ya li dijî HDK, HDP û Çepên Kesk
Li Stenbolê li hemberî endam û rêveberên HDK, HDP û Partiya Çepên Kesk operasyona qirkirina siyasî hate kirin. Herî kêm 17 kes hatin destgîrkirin. -
Hejmara Nîsanê ya rojnameya Serxwebûnê hate weşandin
Hejmara 496'an a rojnameya Serxwebûnê bi manşeta "Bi mirovê azad, dema afirandina jiyana azad e" hate weşandin. -
Mûnzûr: CPT bi erka xwe ranabe
Endamê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya li Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr ragihand ku CPT bi erka xwe ranabe û xizmetê ji polîtîkaya dewleta Tirk re dike. -
HDP: Em rê nadin dezgehên qirêj û provokasyonan
HDP’ê, têkildarê provokasyonên li Mersînê destnîşan kir ku ew ê rê nede dezgehên qirêj û provokasyonan û bang kir ku xebatên hilbijartinê bi biryardarî bên kirin. -
Bi hezaran karker li bajarên Egeyê daketin qadan
Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî, bi hezaran karker li bajarên herêma Egeyê daketin qadan û kedxwarî û şert û mercên newekhev ên jiyanê protesto kirin. -
Li Mêrsîn û Edeneyê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin
Li Edene û Mêrsînê, 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran bi coş hate pîrozkirin. -
‘Yên bedeldayî’ li Qada Tandoganê hatin ba hev
Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî, li Qada Tandoganê mîtîngeke girseyî hat lidarxistin. -
Li Şirnexê 1’ê Gulanê hate pîrozkirin
Li Şirnexê 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê hate pîrozkirin. -
1’ê Gulanê li Îzmîrê jî bi coş hate pîrozkirin
Li Îzmîrê bi hezaran kes tevlî mîtînga 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bûn û diyar kirin wê 1’ê Gulanê bibe destpêkeke nû. -
Kurdên li Ewropayê daketin qadên 1’ê Gulanê
Li gelek welatên Ewropayê di 1'ê Gulanê de karker û kedkar daketin qadan, Kurdan cihê xwe di çalakiyan de girtin. -
Li Stenbolê bi deh hezaran kes ber bi Maltepeyê ve dimeşin
Li Stenbolê di 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê de bi deh hezaran kes bi dirûşma "AKP’ê wê têk biçe, kedkar wê bi ser bikevin" ber bi Qada Maltepeyê ve meşiyan. -
Li cîhanê heqê patronên mezin zêde bû, yê karkeran kêm bû
Tevgera gerdûnî ya li dijî birçîtî û xizaniyê Oxfam ragihand ku sala borî heqê reel ê patronên mezin ji sedî 9 zêde bûye û yê karkeran jî ji sedî 3 kêm bûye. -
Li Dêrsimê bi hezaran kesan 1’ê Gulanê pîroz kirin
Li Dêrsimê bi hezaranan kesan ji bo 1’ê Gulanê daketin Qada Seyît Riza û cejna karkeran pîroz kirin. -
Li Taksîmê gelek kes hatin destgîrkirin
Ji nav kesên ku xwestin biçin Taksîmê herî kêm 38 kes hatin destgîrkirin. Polîsan êşkence li rojnamevan Zeynep Kûray kirin û ew destgîr kirin. -
Rojnamevan Yilmaz ji ber êşkenceyê gilî kir
Rojnamevan Sedat Yilmaz, ku 29'ê Nîsanê hate destgîrkirin, ji ber ku êşkence lê hate kirin, gilî kir. -
HBDH: Faşîzm wê li qadên 1'ê Gulanê têk biçe
Komîteya Rêveber a HBDH'ê di peyama 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanî de got, "Faşîzma AKP-MHP'ê tenê li qadan, li bendan, li qadên 1'ê Gulanê dikare bê têkbirin." -
6 kesên xwestin biçin Taksîmê hatin destgîrkirin
Endamên Platforma Yekîtiya Têkoşînê û Înşaat Îş û Enerjî Senê ber bi Qada Taksîmê ve meşiyan. Polîsan êrîş kirin û 6 kes destgîr kirin. -
Bayık: Divê derfeta dîrokî baş were bikaranîn
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku hilbijartin firsendeke dîrokî ye û got, "Ez bang li hemû gel û kesên ku li Tirkiyeyê li dijî faşîzmê ne, dikim, divê vê firsenda dîrokî baş were bikaranîn.” -
KCDK-E: Di 1'ê Gulanê de em dengê xwe bidin
KCDK-E'yê bi wesîleya 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran daxuyaniyek da û bang li her kesî kir ku 1'ê Gulanê dengê xwe bi kar bînin û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê têk bibin.