Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinên bi muvekîlê xwe re bikin ku zêdeyî du sal in ti agahî jê nehatiye girtin, serlêdan kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî serldanên hevdîtinê kirin.

Parêzer ji bo hevdîtinê bi muvekîlê xwe Abdullah Ocalan re bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza Înfazê ya Îmraliyê dan.

Parêzeran bi heman rengî ji bo Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di bin tecrîda mûtlaq de, hem serî li dozgeriyê û hem jî midûriyeta girtîgehê dan.

Ji 21’ê Adara 2021’an û vir ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.