Li Şirnexê 1’ê Gulanê hate pîrozkirin

Li Şirnexê 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê hate pîrozkirin.

Li Şirnexê bi tevlîbûna Hêzên Ked û Demokrasiyê 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran hate pîrozkirin. Pîrozbahiya ku li ber avahiya KESK’ê hate lidarxistin Partiya Çepên Kesk, CHP, Partiya Pêşerojê lê amade bûn. Pêşiya pîrozbahiyê kedkar û partiyên siyasî bi kortejê ber bi avahiya KESK’ê ve meşiyan. Di meşê de pankarta “Bijî 1’ê Gulanê” hate vekirin.

Girseyê dirûşmeyên “Bijî 1’ê Gulanê” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Pîrozbahî bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Daxuyaniya hevpar a kedkaran ji aliyê Hevserokê Şaxa Genel Îş a DÎSK’ê yê Şirnexê Ayhan Ergen ve hat xwendin. Ergen, binpêkirina keda kedkaran destnîşan kir û got ku li dijî hişmendiya ku kedê paşguh dike û îstîsmar dike ew ê têkoşîna xwe mezintir bikin.

Piştre li ser navê Şaxa Egîtîm-Sen’ê ya Şirnexê Nîzam Kaplan axivî û diyar kir ku li dijî siyaseta ku tune dike ew li qadan in û got: “Tenê tiştê ku zêde nabe, mûçeyên karkeran in. Li ser erdnîgariya me ya dewlemend cotkarî û sewalkarî gav bi gav bi dawî bû. Piştî pîşesaziyê, di vê serdema desthilatdariyê de em di çandiniyê de bi sermayeya biyanî ve girêdayî bûn.”

Li ser navê Şaxa SES’ê ya Şirnexê jî Murat Ozbey axivî. Ozbey, bal kişand ser polîtîkayên desthilatê yên li ser kedê û wiha got: “Ji jinan re, ciwanan re, kedkaran re budçe venaqetînin. Tenê ji şer re budçe vediqetînin. Ev budçe ne budçeya gel e, budçeya şer e. Em her roj rastî mobîng û zextan tên. Kedkaran ber bi mirinê ve dibin. Lê dema ku em siyasetê dikin jî êrîş dikin. Em çima siyasetê dikin, ji ber ku ew êdî nikarin siyasetê bimeşînin. Em siyaseteke ku keda me nas nake, ciwanan û jinan nas nake qebûl nakin. Em niha ber bi hilbijartinekê ve diçin. Di vê hilbijartinê de helwesta me eşkere ye. Kîjan partî binpê bike, tune bike em ê li dijî wan bisekinin. Em ê li cem demokrasiyê, edaletê, heq û hiqûqê bisekinin. Heta ku em azad bibin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Şirnexê Esîn Yilmaz jî bal kişand ser binpêkirina mafên hêzên demokrasîxwaz û ev tişt got: “Şerê çekdarî ku zêdeyî 40 sal in ji ber polîtîkayên tundiyê yên li ser pirsgirêka Kurd berdewam dike, tê wateya ku nanê karkeran biçûk dibînin. Ji ber krîza giran a aborî û bêkariyê şert û mercên kar girantir dibe. Mixabin, Tirkiye di warê kuştinên karkeran de yek ji welatên pêşeng e. Karker û sendîkayên ku li dijî van binpêkirinan û rewşa giran têdikoşin rastî zextan tên, tên darizandin û girtin. Rojnamevanên ku rewşa aborî ya giran radigihînin tên darizandin û girtin. Parêzer û parêzvanên mafên mirovan ên ku li dijî van zextan derdikevin jî rastî zextan tên, tên darizandin û girtin. Çalakger û siyasetmedarên ku di van mijaran de têdikoşin rastî zextan tên û tên girtin. Heta hemû zext û binpêkirinên mafan bi dawî bibin û mafên karkeran bi dest bikevin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Namzeta Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal, jî bal kişand ser polîtîkayên desthilatê yên li ser karkeran û wiha got: “Daxwazên we, xwestekên we yên me ne. Em li dijî binpêkirina mafan e, em li dijî nedîtina keda jinan e. Di seranserê cîhanê de têkoşîna herî bingehîn tekoşîna kedkaran e. Divê em bi têkoşîna xwe bersivê bidin pergala kapîtalîzmê ya ku tune dike. Erê, li dijî partiya me û kedkaran êrîş hene, lê ya ku bi ser bikeve keda me ye, têkoşîna me ye. Heta ku têkoşina me encamê bigire em ê têbikoşin.”

Namzetê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Zekî Îrmez jî bilêv kir ku ew weke kedkarek ku bi KHK’ê hatiye îxrackirin, wê di Meclisê de bibe dengê karkeran.

Di pîrozbahiyê de dirûşmeya “Roj dê bê, dewran bizivire û AKP hesab bide gel” hate berzkirin.

Piştî axiftinan pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.