Bi hezaran karker li bajarên Egeyê daketin qadan

Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî, bi hezaran karker li bajarên herêma Egeyê daketin qadan û kedxwarî û şert û mercên newekhev ên jiyanê protesto kirin.

Bi hezaran karker û kedkar li Mûgla, Aydin, Balikesîr, Ûşak û Afyonê daketin qadan û mafên xwe xwestin.

MÛGLA

Komîteya Amedekar a 1’ê Gulanê ya Mûglayê, li Qada Çanda Civakî ya Menteşê mîtîng li dar xist.

Ji xeynî sendîka û partiyên siyasî, berxwedêrên Destîn û Akbelen, rêxistinên jinan ên bajêr, saziyên civakî yên sivîl, tevgerên ekolojîk, komeleyên Elewî û mafparêz, beşdarê mîtîngê bûn.

Di mîtîngê de dowîzên “Wê ev dewran biqede, desthilat hesab bide”, “Em xwedî li Gezî, ked û pîşeya xwe derdikevin”, “1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê pîroz be” û pankartên “Em ê jiyaneke azad û wekhev ava bikin”, “Bijî 1’ê Gulanê”, “Em ê vî welatî ji nû ve ava bikin” û “Ji kargeha çîmentoyê re na” hatin hildan.

Li ser navê komîteya amedekar Serokê Saxa 2’yan a Genel-Îş’ê ya DÎSK’ê ya Mûglayê Yucel Avci û Rêvebera Şaxa 2’yan Yelîz Karadag axivîn.

Di axaftinan de bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê û peyama, “Em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Wê êdî dem bibe ya me.”

MANÎSA

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Manîsayê, li Qada Lale 1’ê Gulanê pîroz kir.

Rêxistinên civakî yên sivîl, nûnerên partiyên siyasî, namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk û gelek kes tev li mîtîngê bûn.

Li Qada Lale ku gelek caran dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Bijî 1’ê Gulanê” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin, daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê Serokê Şaxa Egîtîm Senê Îsmaîl Şenol daxuyanî xwend û got: “Çîna karker, kedkar, emekdar, jin, ciwan, Elewî û yên nasnameyên wan tune tên hesibandin wê weznê biguherîn.’’

AYDIN

Li Aydinê, 1’ê Gulanê li qada bajêr hat pîrozkirin. Beriya mîtînga ku Platforma Ked û Demokrasiyê ya Aydinê organîze kir, girse li Pira Kevir li hev kom bû û heta qadê meşiya.

Gava meşê dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Hêvî Partiya Çepên Kesk e” hatin berzkirin.

Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Aydinê Seroka Şaxa Genel-Îş a DÎSK’ê ya Aydinê Sîbel Ozhan daxuyanî xwend û got: “Bi milyonan kesên her roj tên bindestkirin, îstîsmarkirin, biçûkxistin û tune hesibandin, di 1’ê Gulanê de li her aliyên cihanê mil bi mil ji bo daxwaz û hêviyên xwe li qadan in.

BALIKESÎR

Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê Roja Yekîtî-Têkoşîn û Piştevaniyê ya Balikesîrê, li Qada Kuvayî Mîlliyê ya navenda bajêr 1’ê Gulanê pîroz kir.

Karker, sendîkayên karmendan, rêxistinên girseyî yên demokratîk, partiyên siyasî, ode, komele û rêxistinên kedê beşdarê mîtîngê bûn.

Di mîtîngê de piştî axaftinên nûnerên TURK-ÎŞ, EGÎTÎM- ÎŞ, Baroya Balikesîrê û Yekîtiya Odeyên Akademîk, li ber kilaman govend gerand.

ÛŞAK Û AFYON

Endamên sendîka û partiyên siyasî li Ûşakê li ber avahiya kevin a xizmetê ya şaredariyê li hev kom bûn, ji Kolana Îsmet Paşa heta qada Şehîdên 15’ê Tirmehê ku mîtîng lê hat lidarxistin, meşiyan.

Li Afyonê jî sendîka û partiyên siyasî li Qada Zaferê li hev kom bûn û bi pankart û dirûşmeyên li ser daxwazên xwe 1’ê Gulanê pîroz kir.