ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di meha 136’an de daxwaza edaletê ya ji bo Roboskê hate dubarekirin
Înîsiyatîfa Edalet ji bo Roboskiyê, kesên di qetlîama balafirên şer ên dewleta Tirk a di dawiya sala 2011’an de hatibûn qetilkirin bi bîr anî, daxwaza xwe ya edaletê dubare kir. -
Girtinên li Amedê hate protestokirin
Operasyonên qirkirina siyasî ya ku li 21 bajaran hatibû kirin, li Amedê hate protestokirin. -
4 jê rojnamevan, 3 parêzer bi giştî 28 kes hatin girtin
Ligel ku çend hefte mabûn ji hilbijartinê de Amed jî di nav de li 21 bajaran operasyonên qirkirina siyasî hatibû kirin û gelek kes hatibûn destgîrkirin. Ji nav van kesan 28 kes hatin girtin. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serlêdaneke nû kirin. -
ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hejmara kesên li Amedê dîl hatin girtin derket 19’an- HATE NÛKIRIN
Hejmara kesên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de dîl hatin girtin, derket 19'an. Hejmara kesên hatine berdan jî 18 ye. -
Li Tekîrdagê 4 kes hatin girtin
Nûrsefa Yarar, Sercan Gunduz, Firat Siyah û Metîn Yegîn ku li Tekirdagê hatibûn destgîrkirin, hatin girtin. -
Rojnamevan Canozer, Gok, Akkaya û Orûç hatin girtin
Di operasyonên qirkirina siyasî de ya ku Amed jî di nav de li 21 bajaran hatibû kirin, gelek kes hatibûn destgîrkirin. Rojnamevan Bêrîtan Canozer, Abdurahman Gok, Remzî Akkaya û Mehmet Şah Orûç hatin girtin. -
Li Herêma Firatê ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
Ciwanên Herêma Firatê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
TBB û serokên baroyên gelek bajaran li Amedê ne
Serokê TBB' Erînç Sagkan û serokên baroyên li Kurdistanê ji ber operasyonên qirkirina siyasî hatin Amedê. -
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê Îmraliyê dan. -
ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
‘Mafparêz wê li ber zextan serî netewînin‘
Tora Piştevaniyê ya Mafparêzan, ji bo berdana kesên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin, bang kir, got: “Mafparêz, tu car serî li ber zextan natewînin.“ -
Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Banga piştevaniyê dikin
Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd bertek nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da û got, “Em bang li hemû hêzên demokrasyiyê dikin ku bibin piştevan.” -
Protestoyên li hemberî qirkirina siyasî dewam dikin
Operasyonên qirkirina siyasî ku duh li 21 bajaran ku navenda wê Amed e pêk hat, li Enqere, Denîzlî û Antalyayê jî hat protestokirin. -
Îfadeya 128 kesên di nezaretê de tên stendin
128 kesên ku di operasyona qirkirina siyasî de hatibûn destgîrkirin li emniyetê îfadeyên wan tê stendin. -
Syrîzayê nerazîbûn nîşanî êrîşên qirkirina siyasî da
Syrîzayê nerazîbûn nîşanî êrîşên qirkirina siyasî da û got: “Ev êrîş ji bo pêvajoya hilbijartinê ya bêyî pirsgirêk, zirar e.” -
Namzeta parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk Ayten Donmez hate destgîrkirin
Namzeta parlementeriya Kocaeliyê ya Partiya Çepên Kesk Ayten Donmez vê sibehê hate destgîrkirin. -
Herî kêm 126 kes hatin destgîrkirin, di dosyayê de ‘nepenî’ didome
Roja 25’ê Nîsanê Amed di serî de li 21 bajaran bi operasyonên qirkirina siyasî herî kêm 126 kes hatin destgîrkirin. Di lêpirsînê de biryara nepeniyê didome. -
ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Daxuyaniya hevpar a 33 baroyan: Bila qedexe û sînor rabibin
33 baroyan bertek nîşanê destgirkirinan da û bang kir ku bila biryara qedexeya dîtina parêzeran û sînordarkirin rabibin. -
Namzedê Partiya Çepên Kesk Cemal çû serdana rojnameya Yenî Yaşamê
Namzedê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Hasan Cemal, piştî Midûrê Karê Nivîsê di operasyonên qirkirina siyasî de hat destgîrkirin, çû serdana rojnameya Yenî Yaşamê. -
Li Amedê destgîrkirin hatin şermezarkirin
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, destgîrkirina rojnameger, siyasetmedar û parêzeran protesto kirin. -
Gunay: Em bi tu zextan bêzar nabin!
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku operasyonên deshilatê ji tirsa têkçûyînê ye û got: “Bi tu zext û gefan em bêzar nabin.“