ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.
-Ji bo hilbijêrên ku li Stenbolê qeyda wan nîn e û dixwazin li bajarên ku qeyda wan a hilbijartinê lê ye dengê xwe bidin, bang hat kirin ku dikarin heta 10’ê Gulanê serî li avahiyên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ên bajar û navçeyan bidin.
- Uçar anî ziman ku hilbijartinên 14'ê Gulanê hilbijartina di navbera gelan û îdeolojiya hikûmeta AKP'ê de ye û destnîşan kir ku ti astengî li pêşiya serkeftina wan nîne.
- Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê yê berê û namzetê parlementerita Partiya Çepên Kesk Ozturk Turkdogan diyar kir ku operasyona dawî ya dîlgirtinê destwerdana hilbijartinê ye û got, "Tişta ku divê were kirin, şandina vê hikûmetê ye."
- KCK: "Em bang li her kesî dikin ku bi hestên yekîtî û hevgirtinê 1'ê Gulanê bi xurtî pêşwazî bikin û bi van hestan di hilbijartinan de piştgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çepên Kesk."
- Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayyîp Temel: “Ji kesên ku ev operasyon pêk anîne nûçeyên me yên nebaş hene. Partiya Çepên Keske bi dengekî bilind tê. Çi bikin bila bikin, ew ê nikaribin rê li ber coşa gel bigirin.”
- Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê Ronî Serdem diyar kir ku PDK bi Erdogan re xwedî çarenûseke hevpar e û got, “Sedema sereke ya bêîstiqrariya li Kurdistan û herêmê Erdogan û hevkarên wî ne. Têkçûna Erdogan wê bibe têkçûna hevkarên wî jî."