ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.
- Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç anî ziman, hilbijartinên 14'ê Gulanê ku dengdana li Ewropayê îro destpê dike, ji bo Kurdan hilbijartineke stratejîk e.
- Li Taxa Gazî ya Stenbolê ku piraniya şêniyên wê ji civaka Elewî ye, Partiya Çepên Kesk serwer e. Hidir Karadaş ê ku demeke dirêj serokatî ji Cemxaneya Gazî re kir, ji Partiya Çepên Kesk namzetê parlamenteriyê ye.
- Rêveberê DBP'ê yê Colemêrgê Yahya Dûman got, "Dema ku me dengê xwe da, divê em bînin bîra xwe ku cenazeyên me di hundirê qutî û kîsan de ji dayik û bavên wan re dihatin şandin."
- Hêvîdar, Feraşîn û Evzem sê têkoşerên azadiya Kurdistanê bi şehadeta xwe xemleke bedew dane vîna têkoşîn û şoreşa jinan.