ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan anî ziman ku piştgiriya hêzên derve ya ji bo dewleta Tirk li pêşiya çareseriyê asteng e û got, "Feraseta qirker nijadperest a dewletê û berjewendiyên hêzên derve vî şerî dirêj dike."

- Hevşaredara Colemêrgê Humeyra Armût ku wezîfeya wê hate desteserkirin, destnîşan kir ku qeyûm dijminatiyê dike û dixwaze bajêr bi temamî desteser bike.

- Şêniyên Colemêrgê li dijî zilm, zext û dîlgirtinê ji bo azadî û yekîtiya gelê Kurd bang li Kurdan hemûyan kirin ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

- Koordînasyona hilbijartinê ya Swîsreyê ya Partiya Çepên Kesk bi daxuyaniyekê ragihand ku ew gihîştine dawiya karên hilbijartinê û destnîşan kir ku armanca wan ew e ku heta 7'ê Gulanê hemû hilbijêrên li Swîsreyê bigihînin cihên dengdanê.

- Endama Meclîsa PAJK'ê Ronahî Serhed diyar kir ku çeka herî mezin a jinê Îdeolojiya Rizgariya Jinê ye û got, di vê serdemê de her kes pêşengiya jinê dibîne û qebûl dike.