Herî kêm 126 kes hatin destgîrkirin, di dosyayê de ‘nepenî’ didome
Roja 25’ê Nîsanê Amed di serî de li 21 bajaran bi operasyonên qirkirina siyasî herî kêm 126 kes hatin destgîrkirin. Di lêpirsînê de biryara nepeniyê didome.
Roja 25’ê Nîsanê Amed di serî de li 21 bajaran bi operasyonên qirkirina siyasî herî kêm 126 kes hatin destgîrkirin. Di lêpirsînê de biryara nepeniyê didome.
Serdozgeriya Komara Amedê bi nêzbûna hilbijartinên 14’ê Gulanê li 21 bajaran bi hemwext li dijî Kurdan operasyonên bi ser de girtinê pêk anî.
Herî kêm 126 kes hatin destgîrkirin ku rojnamevan, siyasetmedar, hiqûqnas, sendîkavan, hunermend û endamên rêxistinên civakî yên sivîl jî di nav de ne.
Ji bo dosyaya lêpirsînê astengiya dîtina parêzeran a 24 saetî bi dawî bû. Lê nepeniya di dosyayê de didome.
Kesên destgîrkirî li qereqolên polîsan ên li bajarên cuda, tên ragirtin.