Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Banga piştevaniyê dikin
Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd bertek nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da û got, “Em bang li hemû hêzên demokrasyiyê dikin ku bibin piştevan.”
Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd bertek nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da û got, “Em bang li hemû hêzên demokrasyiyê dikin ku bibin piştevan.”
Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd têkîldarî operasyonên qirkirina siyasî yên duh li Amedê pêk hat, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’Desthilata di encama desthilatdariya bi 20 salan de ku bi soza çareserkirina pirsgirêka Kurd bû desthilat, cihê ku pirsgirêke çareser bike, yekcar kir girêk, rêvebirin bi polîtîkayên zextlêker ji xwe re kir rêbaz. Niha jî ji bo neçareserkirina pirsgirêka Kurd ji xwe re bike ranteke siyasî, operasyonên qirkirinê dike. Kurd, bi Tifaqa Azadî û Demokrasiyê re ku wan çêkiriye, kampanyayeke baş a hilbijartinê bi rê ve dibin û bi gelê xwe vîneke xurt a guhertinê derdixin holê. Yên ku li hember vê vîna xurt nikarin tu siyasetekê bikin, bi kirina operasyonên wiha bêbandorkirinê wek çare dibînin. Lê bi van operasyonan vîna Kurdan yekcar xurt dibe û Kurd wêrektir û bihêrstir dibin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em ji desthilatê re dibêjin ku; bi vê rêbaza ku sed sal in hûn pêk tînin, we tu encam negirtine û hûn ê negirin. Ev operasyona 20 roj ji hilbijartinê re ma û hat kirin, wê wek ‘destwerdaneke li hilbijartinê’ bikeve nav dîrokê.
BANGA PIŞTEVANIYÊ
Em ku di hilbijartinê de dikevin rasta dawîn, me bang li gel ew e ku li dijî provokasyonan baldar be. Li dijî operasyonên çewisandina siyasî, me bang li hemû hêzên demokrasîxwaz ew e ku bi rojnamevan, hunermend, parêzer û siyasetmedaran re bibin piştevan. Û em ji desthilatê re dibêjin ku; êdî dev ji van pêkanînên xwe yên nehuqîqî berbidin û hemû hevalên me yên destgîrkirî demildest berdin. Serfirazî ya demokrasî, azadî û edaletê ye, hûn ê têk biçin.’’