ROJANE
Hemû Nûçe
-
HBDH: Hevrê Ûlaş hîn jî fermandariyê ji hevrêyên xwe re dike
Komîteya Rêveber a HBDH'ê pêşengê şoreşger Ûlaş Bayraktaroglû (Mehmet Kûrmaz) bi bîr anî ku 9'ê Gulana 2017'an li Rojava şehîd bû. -
DKP/BOG'ê di 'Hefteya Nemiran' de Ûlaş Bayraktaroglû bi bîr anî
Partiya Komunaran a Şoreşger/Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (DKP/BOG) di 'Hefteya Nemiran' de ku di 9-16'ê Gulanê de ragihandin, fermandarê şoreşger Ûlaş Bayraktaroglû bi bîr anîn. -
ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Berdana Sayin ê girtî bi hinceta ‘ne di rewşeke baş de ye’ hate taloqkirin
Rasîm Sayin ê li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin, tevî ku da di 10’ê Gulanê de cezayê lê hatiye birîn xelas be jî bi hinceta “ne di rewşeke baş de ye” berdana wî 3 mehan hate taloqkirin. -
Rojnamevanên dîlgirtî bang kirin
Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû ku di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî de hate girtin, diyar kir ku ji ber nûçeyên 21 sal in amade dike tê sûcdarkirin û bang li rêxistinên civakî yên sivîl û civakê kir ku xwedî li mafê xwe yê agahîwergirtinê derkevin. -
ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di kongreya AATUHAY-DER de hat xwestin dawî li tecrîdê bê anîn
Di kongreya AATUHAY-DER de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hat xwestin ku dawî li tecrîdê bê anîn. -
ÎSÎG: 4 mehan 585, 21 salan 31 hezar 131 karker mirin
Meclîsa Tenduristî û Ewlekariya Karkeran (ÎGÎG) ragihand ku di çar mehên destpêkê yên sala 2023'an de herî kêm 585 karkeran jiyana xwe ji dest dane. -
Li Hatayê qeza: 12 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Hatayê, qemyonekê da nava qelebalixiyê. Di bûyerê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, 31 kes jî birîndar bûn. -
ROJEVA 7'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Sancar: Em ê armancên Denîzan pêk bînin
Denîz Gezmîş li ser gora xwe hat bîranîn. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di bîranînê de wiha got: “Em ê armancên wan pêk bînin. Ne roja xemgîniyê ye, roja mezinkirina têkoşînê ye.” -
Girtiyê nexweş: Bi zorê destên min hatin kelemçekirin, birim girtîgehê û ambûlans nedan min
Girtiyê nexweş ê giran Eyup Kodîn wiha got: “Bi zorê destên min hatin kelemçekirin, ez li wesayîta leşkerî siwar kirim û birim girtîgehê. Ambûlans jî nedan min.” -
Wezareta Edaletê derbarê Îmraliyê daxuyanî da
Wezareta Edaletê ya Tirk derbarê Îmraliyê de ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li wir di bin tecrîda girankirî de ye daxuyaniyek da û diyar kir ku komeke teknîkî çûye Îmraliyê û li ser avahiya ku ji ber bagerê xisar dîtiye, lêkolîn kirine. -
Malbatan li aqûbeta Ayşîn ê 'ji aliyê dewletê' ve hate windakirin pirsîn
Xizmên windayan aqûbeta Mehmetcan Ayşîn pirsîn ê ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatibû windakirin. -
Êrîşên li ser Dayikên Şemiyê li 3 bajaran hate protestokirin
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li sê bajaran êrîşên li ser Dayikên Şemiyê protesto kir. -
Partiya Çepên Kesk wê bibe hêza damezrîner
Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Çinar Altan diyar kir ku, demokratîkbûna komarê di sedsala duyemîn de wê bi tevgereke ku tê de kedkar, bindest û çînên bindest bibin kirde pêk were û got, "Çepên Kesk li meclis û kolanan nûnerê vê yekê ye." -
Dayikên Şemiyê dîsa hatin destgîrkirin
Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ên ku dixwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin, vê hefteyê dîsa hatin destgîrkirin. -
‘14’ê Gulanê ji bo ji desthilatdariya AKP-MHP’ê hesab bê pirsîn firsendek e’
Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bal kişand ser girîngiya hilbijartinan û got, “Li pêşiya me firsend heye ku em ji desthilatdariya AKP-MHP’ê hesab bipirsin. Derfeta me heye ku em ji zilma ku kirine, êş û neheqiya ku li civakê kirine hesab bipirsin." -
Li Cizîrê gelek kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê gelek kes hatin destgîrkirin. -
Li Dêrsim, Hatay û Stenbolê 9 kes hatin destgîrkirin
Polîsan li Dêrsim, Hatay û Stenbolê rojnamevan jî di nav de 9 kes destgîr kirin. -
Akin: Hêza me wê diyarker be
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin destnîşan kir ku dengê ku wê gel bide Partiya Çepên Kesk ji bo siberoja wekhev, azad û demokratîk a Tirkiyeyê wê diyarker be. -
ROJEVA 6'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nobeta Aştiyê: Bila Qada Galatasarayê bê vekirin
Di çalakiya Nobeta Aştiyê ya ÎHD'ê de, astengiyên li dijî Dayikên Şemiyê hatin protestokirin. -
Namzetê AKP’yî ferman da polîs û darazê, 6 kes hatin girtin
Li Çanakkaleyê namzetê parlamenteriyê yê AKP’ê Ayhan Gîder endamên Partiya Çepên Kesk hedef nîşan da û li ser wê yekê 6 kes hatin girtin. -
DFG: Em ê rastiyê her tim biparêzin
DFG'ê ragihand ku meha Nîsanê 27 rojnamevan hatin destgîrkirin, 5 jê hatin girtin, 88 nûçe hatin astengkirin û destnîşan kir ku wê her tim rastiyê biparêzin.