Wezareta Edaletê derbarê Îmraliyê daxuyanî da

Wezareta Edaletê ya Tirk derbarê Îmraliyê de ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li wir di bin tecrîda girankirî de ye daxuyaniyek da û diyar kir ku komeke teknîkî çûye Îmraliyê û li ser avahiya ku ji ber bagerê xisar dîtiye, lêkolîn kirine.

Wezareta Edaletê der barê nîqaşên li ser hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku 3 sal in dîl tê girtin û agahî jê nayê girtin de, daxuyaniyek da û diyar kir ku komeke teknîkî çûye Îmraliyê û li ser avahiya ku ji ber bagerê xisar dîtiye, lêkolîn kirine.

Wezaretê destnîşan kir ku di 5-7 Sibatê de ji ber bager û bahozê xisar gihiştibû avahiyên Fermandariya Ewlehiya Giravê ya Jendirmeyan a li Îmraliyê û ji bo lêkolîna vê xisarê komek hatiye peywirdarkirin.  Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Fermandariya Jendirmeyan a Bajêr a Bûrsayê di 22’ê Sibatê de daxwaz kiriye  û di 1’ê Adara 2023’an de nivîsek bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan re hatiye şandin û ji bo lêkolîn û tadîlata xisara ku çêbûye, divê komeke teknîkî were peydakirin.

"Di vê çarçoveyê de Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan, endazyarekî makîneyan ê di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştgiriyê,  endazyarên avahî û elektrîkê yên di Serokatiya Daîreya Xizmên Piştgiriyê yên Wezareta Edaletê bi giştî 4 kes û ji bo koordînekirina komê Hakîmê Pêkanîna Berpirsyarê Buroya Emlakê ya Avahiyan a Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştgiriyê yên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan, di 21’ê Adara 2023’an de jib o lêkolînê hatine peywirdakirin. Komê rapora derbarê xurtkirin û tadîlata pêşkêşî Midûriyeta Giştî kiriye. Lêkolîn bi tenê li avahiyên xizmetê yên Fermandariya Ewlekariya Giravê ya Jendirmeyan a Giravê hatiye kirin û li beşên ku girtî lê hene tu lêkolîn û kontrol nehatiye kirin.”