ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Kampanya hilbijartinê ya Tifaqa Ked û Azadiyê wê were şopandin.
- Ji namzetên parlamenteriyê yên Wanê Havîn Kiye ya ji Partiya Çepên Kesk, ji bo bidawîkirina zilma li ser gelê Kurd, azadiya girtiyan û şikandina tecrîdê bang li her kesî kir ku dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk.
- Nûnerê PYD'ê yê li Başûrê Kurdistanê Dr. Cawîdan Kemal anî ziman ku piştî hilbijartinên 14'ê Gulanê eger Tirkiye bikeve ser rêya demokratîkbûnê, wê ev yek bandorê li welatên herêmê û Kurdên li parçeyên din jî bike.
- Karkerên Înşaetê ragihandin ku ew piştgiriyê didin Partiya Çepên Kesk û pê piştrast in ku li meclîsê wê bibe dengê wan.
- Dikandarên Wanê ku di nava krîzeke giran a aboriyê de ne, ji bo hesabê vê rewşê bipirsin li benda 14'ê Gulanê ne. Dikandar dibêjin, 'Li Wanê encam wê 8-0' be.