ROJEVA 6'Ê GULANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

-  Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.

- Hevserokê KODAR’ê Fûat Bêrîtan: Bandora hilbijartina li Bakurê Kurdistanê dike, wê li ser statuya Rojavayê Kurdistanê bi pêşengtiya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş ketibûn, biparêze û heta dikare bandorek mezin li cîhanê bike.

-  Ji namzetên Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê parêzer Erdal Dogan, diyar kir ku ev hilbijartin ji bo hemû nasname û baweriyan ev hilbijartineke girîng e.

-Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin destnîşan kir ku dengê ku wê gel bide Partiya Çepên Kesk ji bo siberoja wekhev, azad û demokratîk a Tirkiyeyê wê diyarker be.

- Hevseroka HDP'ê ya bajarê Îzmîrê Berna Çelîk got, “Hat dîtin ku me gelê xwe bi hemû beşên xwe bêyî bijartek nehişt. Ji ber vê yekê erka me ye ku em Partiya Çepên Kesk bi xurtî bişînin Meclîsê.

- Karker û ciwan,  ji bo daxwaz û têkoşîna xwe dibêjin ku ew ê bi Partiya Çepên Kesk re bibin piştgir.