Namzetê AKP’yî ferman da polîs û darazê, 6 kes hatin girtin

Li Çanakkaleyê namzetê parlamenteriyê yê AKP’ê Ayhan Gîder endamên Partiya Çepên Kesk hedef nîşan da û li ser wê yekê 6 kes hatin girtin.

Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Çanakkaleyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, roja 2’ê Gulanê serdana esnaf û qehwexaneyan kiribû.

Derdora saet 23.00’an namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Adîle Yalçin û Seda Alçinar jî tevlî serdanan bûn. Di wê demê de Mûstafa Kiliç, Hasan Çîçek, Selçûk Şahîn û Mûhammed Şanli ku xwe weke AKP-MHP’î dabûn naskirin, heqaret li namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk kirin.

Kiliç û Şanli ji namzetan re ku dixwestin silav bidinê, got “Destê we bi xwîn e” û bû sedema şer. Namzeta Partiya Çepên Kesk Adîle Yalçin ket navberê û şer bi dawî kir.

Lê Mûhammed Şanli ku hat zanîn ku memûrekî dewletê yê AKP’î ye, vê carê bi fîzîkî êrîşê namzetên partiyê kirin. Di dîmenê kamerayan de êrîşa ku li dijî nexweşê pençeşêrê, Yilmaz Turkoz hatî kirin, xuya bû.

Li gorî agahiyan, xizmên Turkoz, Yavûz Turkoz, Tekîn Turkoz, Yûsûf Turkoz, Ferhat Keskîn, Cevdet Matûr û Mûgdat Urek û du kesên din, çûn qehwexaneyê.

Piştî şerê ku qewimî, polîs hat cihê bûyerê, şer bi dawî bû û her kesê li qehwexaneyê belav bûn.

Namzetê parlamenteriyê yê AKP’ê Ayhan Gîder û Julîde Îskenderoglû piştî bûyerê rojekê, derdora saet 19.00’an êrîşkar Kiliç, Şanli û Çîçek birin Zanîngeha Onsekîz Mart a Çanakkaleyê.

Namzetê AKP’î Gîder li vir ji Ajansa Anadolûyê (AA) re axivî û got ku êrîşkar rastî êrîşê hatine. Ev ajans jî ku berdevkiya AKP’ê dike, namzetên Partiya Çepên Kesk û welatî hedef nîşan da.

Polîsan gotinên Gîder ferman girtin û bi ser mala 8 xizmên Turkoz de girtin û 8 kes destgîr kirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Çanakkaleyê. Piştî kar û barên îfadeyê, hatin berdan. Lê Piştre Gîder ê AKP’î çû emniyetê û piştî demek kurt car din bi hinceta “îmzeya kêm” bangî van 8 xizmên Turkoz kirin.

Namzeta Partiya Çepên Kesk Seda Alçinar bal kişand ku dema 8 xizmên Turkoz kes destgîrkirî, Gîderê AKP’î çû Edliyeya Çanakkaleyê.

Piştî ku zext hem li polîs û hem jî li darazê hat kirin, ji 8 kesan 6 kes roja 4’ê gulanê derxistin dadgehê û bi îdîaya “Bi qestî kes birîndar kirine” hatin girtin.