HBDH: Hevrê Ûlaş hîn jî fermandariyê ji hevrêyên xwe re dike

Komîteya Rêveber a HBDH'ê pêşengê şoreşger Ûlaş Bayraktaroglû (Mehmet Kûrmaz) bi bîr anî ku 9'ê Gulana 2017'an li Rojava şehîd bû.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) di salvegera 6'an a şehadeta Ûlaş Bayraktaroglû de peyamek weşand.

Di peyamê de Ûlaş Bayraktaroglû (Mehmet Kûrnaz) bi rêzdarî hate bîranîn ku 9'ê Gulana 2017'an li Rojava di şerê dijî çeteyê DAÎŞ'ê de şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrê Ûlaş têkoşîna şoreşgerî ku hîn di temenekî gelekî ciwan de destpê kir, ji zanîngehan heta bi kolanan, ji Berxwedana Gezî heta bi Rojava bi pêş ve bir û bi rola pêşengiyê rabû. Li ku derê berxwedan û têkoşînek hebe hevrê Ûlaş li wir bû û bi hişmendî û berpirsyariya pêşvebirina têkoşînê tevgeriya."

Komîteyê diyar kir ku sala 2014'an bi pêşengiya Pêngava Mijdarê rabû, piştre jî pêşengî ji damezrandina Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî û Partiya Komunaran a Şoreşgerî re kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta bi Rojava, ji bo berpirsyariyên têkoşîna enternasyonal bi cih bîne, bêrawestan beza şoreşê dewam kir. Li çeperên herî pêş, çeper bi çeper, kolan bi kolan heta şehadetê, Rojava parast. Bû fermandarekî mînak."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, mîna doh îro jî li dijî êrîşên faşîzmê ji bo xurtkirina têkoşîna şoreşê ya yekbûyî li her qadê, ji bo rawestandina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava, ji bo hesabpirsîna ji xizanî, zext û felaketê ew ala hevrêyê xwe Ûlaş a têkoşînê li ba dixin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Mîna wî ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heta bi Rojava em meşa xwe ya şoreşê ya yekbûyî dewam dikin. Hevrê Ûlaş îro li Tirkiyeyê li bajaran, li çiyayên Bakurê Kurdistanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê li tunelên şer û li Rojava li eniyê di şerê dijî faşîzmê de fermandariyê ji hevrêyên xwe re dike."

Di dawiya daxuyaniyê de Ûlaş Bayraktaroglû bi rêzdarî hate bîranîn û hate destnîşankirin ku wê têkoşîna xwe ya şoreşê ya yekbûyî li her qadê bi pêş ve bibin.