ROJEVA 7'Ê GULANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.

- Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan bang li her kesî kir ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

- Koordînasyona Hilbijartinê ya Bazarcixê ya Partiya Çepên Kesk ragihand ku ji ber erdhejê gelek mirovan koç kirine û got, desthilatdarî bi xalîkirina herêmê hewl dide ku hilweşîna ji ber erdhejê bi kêrî xwe bike.

- Rêveberê HDP'ê yê Navçeya Bazîdê Sûat Yîgît destnîşan kir, qîrîna serketinê ya li qadên Agiriyê nîşan dide ku ew ê 4 wekîlan ji bajêr bi dest bixin.

- Komîteya Rêveber a PKK'ê kesayetên pêşeng ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê yên di meha Gulanê de şehîd bûn bi bîr anî.