Partiya Çepên Kesk wê bibe hêza damezrîner

Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Çinar Altan diyar kir ku, demokratîkbûna komarê di sedsala duyemîn de wê bi tevgereke ku tê de kedkar, bindest û çînên bindest bibin kirde pêk were û got, "Çepên Kesk li meclis û kolanan nûnerê vê yekê ye."

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îzmîrê Çinar Altan têkildarê pêvajoya hilbijartinê axivî û diyar kir ku ji bo avakirina komara demokratîk ev hilbijartineke girîng e.

Altan ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ev hilbijartin ji dengdana gel wêdetir e û got: “Partiya Çepên Kesk di demeke kin de hate danasîn û ev proje ji aliyê gel ve bi awayekî erênî hate qebûlkirin. Ji bilî dengdana di hilbijartinan de, em dibînin ku hesreta girseyê ya bûyîna kirdeya siyasî heye. Weke Partiya Çepên Kesk ku navnîşana vê yekê ye, ji bo rêxistin û daxwaza gel bi cih bê çi ji destê me tê em dikin. Em bertekên pir baş dibînin. Em di pêvajoyeke wisa de dijîn ku dost û kesên me yên biyanî ku berê di xebatên partiyê de ne çalak bûn, rasterast û bi dilxwazî beşdarî vê pêvajoya hilbijartinê dibin."

PARTIYA ÇEPÊN KESK DI ROLEKE KRÎTÎK DE YE

Altan bal kişand ser rola Partiya Çepên Kesk a di hilbijartinê de û got “Di têketina sedsaliya duyemîn a Tirkiyeyê de sê bijartek li ber me hene. Yek jê domandina rejîma tekparêz a desthilatdariya AKP û MHP’ê. Bijarteka duyemîn wekî tişta di nav Tifaqa Millet de derketiye pêş, rejîma sedsalî were restorekirin lê rejîm bi nermî were domandin. Li gorî me jî domandina bijarteka sêyemîn ku divê girse çima dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk jî ev e heke wê rejîma sedsalî têkeve sedsala xwe ya duyemîn wê îradeya vî tiştî bi hemû karker û kedkar, gel, komên bîr û baweriyên û komên hatine vederkirin re dest pê bike. Partiya Çepên Kesk li meclîsê jî û li kolanan jî wê bibe tekane nûnerê rêya sêyemîn.” 

DI 12 'Ê GULANÊ DE EM LI GUNDOGDÛYÊ BICIVIN

Altan bang li hemû gelan kir ku ji bo mîtînga fînalê ya di 12’ê Gulanê de li Îzmîrê bê lidarxistin û wiha got: “Mîtînga ku em ê hemû tiştên ku heta niha gotiye, hemû çalakiyên xwe bikin yek, hêz û potansiyela xwe ya heyî nîşanî dost û dijminê xwe bidin. Ji vir em bang li hemû gelê Îzmîr û Egeyê dikin. Werin em proveya govenda êvara 14’ê Gulanê, di 12’ê Gulanê de bi hev re li Qada Gundogduyê bikin.”