Malbatan li aqûbeta Ayşîn ê 'ji aliyê dewletê' ve hate windakirin pirsîn

Xizmên windayan aqûbeta Mehmetcan Ayşîn pirsîn ê ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatibû windakirin.

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 743’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li ber Peykerê Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû li dar xistin. Rêveberên MEBYA-DER, namzetên Partiya Çepên Kesk ên Amedê, hevserokên HDP û DBP’ê yên Amedê, Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk a Amedê, Dayikên Aştiyê û Xizmên Windayan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan û vê hefteyê li aqûbeta Mehmetcan Ayşîn pirsîn ê ku di sala 1994’an de li navçeya Licê ya Amedê hat destgîrkirin û carek din agahî jê nehat stendin.

Rêveberê ÎHD’ê parêzer Ercan Yilmaz ewilî axivî û diyar kir ku Xizmên Windayan li gelek deverên welat daxwaza edaletê dikin.

Piştre keça Ayşîn, Aynûr Ayşîn axivî û wiha got: “Helbet derdek min heye ku ez li vir im. Di sala 1994’an de gundê me hat şewitandin. Her kes destgîr kirin û berdan. Lê belê bavê min bernedan. Heta ez hebim ez ê li pey doza bavê xwe bim. Ez hestiyên bavê xwe dixwazim.”

Paşê namzetê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengîz Çandar axivî û destnîşan kir ku malbat bi salane wêneyên xizmên xwe hildidin û ev mirov bi salane daxwaza edaletê û dîtina windayan dikin. Çandar anî ziman ku heke winda nayên dîtin tê wateya ku 15 sal in edalet tuneye.

Namzeta Partiya Çepên Kesk a Amedê Halîde Turkoglû jî da zanîn ku heke dixwazin pirsgirêka çareser bikin va ye pirsgirêka Kurd li vir e.

Piştî axaftinan endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Firat Akdenîz serpêhatiya windakirina Ayşîn xwend û xwest hestiyên hemû windayan bên dîtin.

Piştî daxuyaniyê ji bo Ayşîn û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidar xistin.

ÊLIH

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 579’emîn de li ber Peykerê Mafên Mirovan ku li serê Cadeya Gulistanê ye çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Ekrem Baran, rêveber û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî çalakiyê bûn.

Hevserokê ÎHD’a Êlihê parêzer Devran Yildiz anî ziman ku, ew ê heta edalet pêk were doza dîtina hestiyên windayan û edaletê bikin. Yildiz êrîşa li dijî Dayikên Şemiyê ya li Stenbolê jî bîr xist û got destgîrkirina Dayikên Şemiyê nayê qebûlkirin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.