ÎSÎG: 4 mehan 585, 21 salan 31 hezar 131 karker mirin
Meclîsa Tenduristî û Ewlekariya Karkeran (ÎGÎG) ragihand ku di çar mehên destpêkê yên sala 2023'an de herî kêm 585 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Meclîsa Tenduristî û Ewlekariya Karkeran (ÎGÎG) ragihand ku di çar mehên destpêkê yên sala 2023'an de herî kêm 585 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniya ÎSÎG'ê de bîlançoya mirina karkeran a çar mehên dawî eşkere kir. Li gorî agahiyên ji çapemeniya Tirkiyeyê û xizmên qurbaniyan hatin werirtin, meha Çileyê 120 karker, Sibatê 213 karker, Adarê 130 karker û Nîsanê jî 122 karker bi giştî herî kêm 585 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî rapora ÎSÎG'ê di nava 21 salên dawî de, di dema desthilatdariya AKP'ê de herî kêm 31 hezar û 131 karkeran jiyana xwe ji dest dan.