Êrîşên li ser Dayikên Şemiyê li 3 bajaran hate protestokirin
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li sê bajaran êrîşên li ser Dayikên Şemiyê protesto kir.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li sê bajaran êrîşên li ser Dayikên Şemiyê protesto kir.
Tevî biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Makeqanûnê (AYM) jî dorpêça li ser Qada Galatasaray a Stenbolê didome. Dayikên Şemiyê ku di çalakiya hefteya berê de xwestin li qadê daxuyaniyê bidin, rastî êrişa polîsan hatin. Êrişa li dijî Dayikên Şemiyê, li gelek bajaran hate protestokirin.
RIHA
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê li Qada Topçu ya navçeya Halîliye ya Rihayê daxuyanî da. Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Rihayê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek xizmên windakiriyan jî tev li daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîlên wan bên darizandin” hate vekirin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Rihayê Sumeyye Koç di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Hêza me ya herî mezin, israra me ye. Em ê dev ji windakiriyên xwe û lêgerîna heqîqet û edaletê bernedin. Divê hêzên ewlekariyê li gorî biryarên AYM’ê tevbigerin. Israrkirina di binpêkirinê de sûc e û em vî sûcî bişopînin. Em di çarçoveya pratîka xwe ya 28 salan diaxivin û dibêjin ku em ê bêdeng nemînin. Em ê bi israr bariyerên ku zaliman danîn pêşiya heqîqet û edaletê hilweşînin û dev ji biryardariya xwe bernedin.”
Girseyê, piştre jî çalakiya rûniştinê ya bi qasî deqîqeyekê li dar xist.
ENQERE
Şaxa ÎHD’a Enqereyê jî li avahiya komeleya xwe daxuyanî da. Girseyê xwest li pêşiya avahiya komeleyê daxuyaniyê bide lê ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Li ser vê yekê jî daxuyanî li avahiya komeleyê hate dayîn.
Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut, diyar kir ku têkoşîna edaletê ya Dayikên Şemiyê berdewam e û ev tişt anî ziman: “Di hefteya 700’an li Qada Galatasarayê dayikên me bi êşkenceyê hatin destgîrkirin. Her wiha dewletê derheqê wan de jî doz vekir. Li gel biryara binpêkirinê ya AYM’ê jî ev 5 hefte ne ku her qada Dayikên Şemiyê diçin daxuyaniyê didin, ji hêla polîsan ve tê dorpêçkirin û hewl didin bi tundiyê rê li ber wan bigirin. Em Şaxa ÎHD’a Enqereyê û parastvanên mafan, em li gel têkoşîna maf û edaletê ya Dayikên Şemiyê ne.”
Endama Komîsyona Jinan a ÎHD’ê Sevînç Koçak jî biryara binpêkirinê ya AYM’ê bi bîr xist û wiha bertek nîşanî êrişa polîsan da û got “Astengkirina çalakiyê û destgîrkirin, derhiqûqtî ye. Hemû aktorên ku hêza cemaweriyê bi kar tînin, neçar in ku li gorî biryarên AYM’ê tevbigerin. Em li gorî pratîka xwe ya 28 salan diaxivin û dibêjin ku em ê bêdeng nemînin.”
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî têkildarî mijarê li pêşiya Sumerbank a berê daxuyanî da û êrişên li dijî Dayikên Şemiyê protesto kir.