Sancar: Em ê armancên Denîzan pêk bînin

Denîz Gezmîş li ser gora xwe hat bîranîn. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di bîranînê de wiha got: “Em ê armancên wan pêk bînin. Ne roja xemgîniyê ye, roja mezinkirina têkoşînê ye.”

Di ser darvekirina Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan ên pêşengên tevgera şoreşger ku di 6’ê Gulana 1972’an de hatin darvekirin, 51 sal derbas bûn. Li ser gora Denîz Gezmîş a li Goristana Karşiyakaya Enqereyê bernameya bîranînê hat lidarxistin. Rêveber û endamên HDP, Partiya Çepên Kesk, CHP, TÎP’ê û gelek kes tevlî bernameyê bûn.

Di bîranînê de pankarta “Em li ser rêya Denîzan in” hat vekirin û dirûşme hatin berzkirin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di bîranînê de axivî û destnîşan kir ku Denîz, Yûsûf û Huseyîn bi awayek bêedalet hatin darizandin û bêînsaf hatin darvekirin û têkoşîna wan her ku çû mezin bû. Sancar anî ziman ku îktidara AKP-MHP’ê îro zîhniyeta faşîst a cuntaya 12’ê Îlonê û kujerên Denîzan bi rê ve dibe û wiha got: “Îro ne roja xemgîniyê ye û îro roja mezinkirina têkoşînê ye. Em ê armancên Denîzan pêk bînin. Ev têkoşîn neqediyaye hê didome û wê her têkoşîna wan bidome û dê bi hev re biguherînin û bi ser bikevin.”