Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz di çarçoveya lêpirsîna ji Enqereyê de 29'ê Nîsanê di operasyona li 15 bajaran de hatibûn destgîrkirin.
Rojnamevan di 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî de ji ber karê xwe yê pîşeyî bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' hatin girtin.
Muftuoglû û Yilmaz ji Girtîgeha Sîncanê peyamek şandin û diyar kirin ku çapemeniya azad wê bi ser bikeve.
Di peyama rojnamevanan de hate gotin, "Di vê demê de ku parastina azadiya çapemeniyê û nivîsandina rastiyan weke sûc tê nîşandan, bêguman desthilatdarî wê têk biçe. Desthilatdarî 10 mehên dawî bi operasyonan hewl dide şûna xwe mayinde bike, lê belê wê li hemberî têkoşîna azadîxwazan têk biçe. Li hemberî vê yekê, li pişt dîwaran jî be em ê rastiyan ji raya giştî ya demokratîk re ragihînin. Em zanin ku dixwazin rastiyê li vir dîl bigirin. Lewma em bang li hempîşeyên xwe dikin ku ji bo parastina rastiyê û rojnamevantiyê dengê xwe bilind bikin. Em bang li rêxistinên civakî yên sivîl û civakê jî dikin ku xwedî li mafê xwe yê agahîwergirtinê derkevin. Di van rojên tarî de roj wê teqez hilê. Li hemberî tarîkirinê em ê bi ser bikevin, çapemeniya azad wê bi ser bikeve."
Rojnamevan Yilmaz jî diyar kir ku ew ji ber nûçeyên xwe yên 23 sal in çêdike tê sûcdarkirin û got, "Ev yek operasyonek têkildarî hilbijartinê bû. Di heman demê de ji ber biryardariya min a piştevaniya bi hempîşeyên min ên hatin girtin bû. Yên ku operasyona hilbijartinê dikin wê di hilbijartinê de têk biçin."