Li Dêrsim, Hatay û Stenbolê 9 kes hatin destgîrkirin

Polîsan li Dêrsim, Hatay û Stenbolê rojnamevan jî di nav de 9 kes destgîr kirin.

Vê sibehê polîsan li Dêrsim, Stenbol û Hatayê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan her wiha bi ser bûroya Rojnameya Yenî Demokrasiyê ya Dêrsimê de jî girtin. Di serdegirtinê de arşîvên rojnameyê yên li bûroyê û pirtûk hatin desteserkirin. Di encama serdegirtinên malan ên li Dêrsimê de nûçegihanê Yenî Demokrasiyê Ertan Çita û Hidir Guler hatin destgîr kirin. 

Li gorî nûçeya rojnameya Yenî Demokrasiyê, li 3 bajaran li dijî xwînerên Partîzanê operasyon hatiye kirin û di serdegirtinan de herî kêm 9 kes hatine destgîrkirin.

Hat ragihandin ku derheqê gelek kesan de biryara destgîrkirinê hatiye dayîn. Hat ragihandin ku kesên li Dêrsimê hatine destgîrkirin jî wê bibin Stenbolê. 

Navê hin kesên hatine destgîrkirin, wisa ye:  Ertan Çita, Alî Asker Akkoç, Nîhat Konak, Aysel Kaya û Nesîmî Ataş û gelek.