Nobeta Aştiyê: Bila Qada Galatasarayê bê vekirin

Di çalakiya Nobeta Aştiyê ya ÎHD'ê de, astengiyên li dijî Dayikên Şemiyê hatin protestokirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çalakiya NobeTa Aştiyê ku her roja îna ewil a mehê li dar dixe didomîne. Vê mehê ji bo têkoşîna Dayikên Şemiyê nobet hat girtin. Çalakî li avahiya ÎHD’ê ya Şaxa Enqereyê hat lidarxistin, Dayikên Aştiyê û gelek kesk tev li bû.

Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût di çalakiyê de axivî û bertek nîşanî êrîşa polîsan a her hefte li ser Dayikên Şemiyê tê da. Tûrgût anî ziman ku mafê civîn û meşan û çalakiyan di bin Desûra Bingehîn de hatiye mîsogerkirin û êrişa li dijî Dayikên Şemiyê tê kirin, binpêkirina hiqûqê ye. Tûrgût xwest astengiyen li pêşiya Dayikên Şemiyê û Qada Galatasarayî bên rakirin.

Dayika Ethem Sarisuluk, Safiye Sarisuluk anî ziman ku lawê wê hatiye qetlkirin û di bin axê de ye û kujer jî serbest digere. Sarisuluk diyar kir ku Tayyîp fermana lêdanê daye û heta neçe dê kes mafên xwe nestîne. Sarisuluk da zanîn ku kî derkeve kolanan tê girtin û dixwazin ev zext bi dawî bibin û bila dilê dayikek din êdî negirî.