Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 580’emîn “Rûniştina F” a her hefte lidar dixin, li ber avahiya xwe pêk anîn. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser girtiyê nexweşê giran Eyup Kodîn (49) ê li Girtîgeha Tîpa T a Sêwregê tê ragirtin.
Di çalakiya ku pankarta “Bila girtiyê nexweş Eyup Kodîn bê berdan” hate vekirin de her tim dirûşmeyên “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” û “Bila Eyup Kodîn bê berdan” hatin berzkirin.
Di daxuyaniya ku gelek kes tevlî bûn de endama komîsyonê Meryem Bars daxuyanî da.
Bars a qala pêvajoya girtinê û nexweşiyên girtiyê nexweş Eyup Kodîn kir, da zanîn ku Bars ê ji bo ku were dermankirin înfaza wî 3 mehan hate taloqkirin di 5’ê Sibatê de hate berdan, di 28’ê Nîsanê de ji nû ve hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’an a Sêwregê.
Bars, nameya ku Kodîn ji ÎHD’ê re şand wiha ragihand: “Di pêvajoya pandemiyê de qasî 2 salan min nekarî biçim nexweşxaneyê tetkîkên xwe bikim. Ji ber li gelek beşên Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê bijîşk nebûn min nekarî tedawî bibim. Gelek girtiyên nexweş jî nedikarî li nexweşxaneyê tedawî bibin. Li nexweşxaneyê jî bi awayekî kelemçekirî dibirin tuwaletê. Dema ez li nexweşxaneyê derketim girêdayî monîtorê bûm. Tevî ku makîneya hilmê bi difina min ve bû jî bi zorê destên min kelemçe kirin û bi lez û bez li wesayîta leşkeriyê siwarkirim û birim. Ambûlans jî nedan min. Sax derketina min a ji wir nepêkan bû lê hevalan li min dinêrî. Piştî taloqkirina înfazê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan min û ez kirim nîv mirov.”
Bars, diyar kir ku heta tedawiya Kodîn temam be, divê înfaza wî were temamkirin û banga hestiyariyê li rayedaran û raya giştî kir.