ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan li ser hilbijartinên 14'ê Gulanê bang li gelê Kurd kir û got, "Di vê hilbijartinê de divê gelê Kurd hêza xwe zêde bike û îradeya xwe nîşanî her kesî bide."

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bang li xelkê Riha û Botanê kir ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de ji bo encameke bi rûmet a neteweyî, bixebitin.

- Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Hêlîn Umît got, "10 sal in em şerê hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê dimeşînin. Eger wê îro hilweşe, ev yek wê bi destê me be. Kurd, hêzên demokrasiyê, rêya sêyemîn wê faşîzmê hilweşîne."

- Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bang li gelê Kurd kir ku di 14'ê Gulanê de tevlî dengdanê bibin û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

- Dersim Dag di hilbijartinên 2018'an de dema ji HDP'ê weke wekîla herî ciwan hate hilbijartin 22 salî bû. Dersim Dag ji gel re qala Partiya Çepên Kesk dike.

- Hunermendê Kurd Şivan Perwer ji bo Partiya Çepên Kesk daxwaza dengan kir û got, "Li dijî desthilatdariya yek şexsî, ji bo paşerojeke azad û demokratîk dengê xwe bidin partiya xwe."