ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 18'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Qeyûmê Nisêbînê gefa mirinê li rojnamevan Kanbal xwar
Qeymeqamê Nisêbînê Ercan Kayabaşi, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal gefa mirinê li rojnamevan Ahmet Kanbal xwar. -
Endamên ESP’ê Ebrû Yîgît û Denîz Aktaş hatin berdan
Alîkara Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ebrû Yîgît û endama Desteya Rêveber a Navendî ya ESP’ê Denîz Aktaş, meha Tebaxê ya sala 2022’yan li Stenbolê hatin girtin, rûniştina duyemîn a doza ji ber dihatin darizandin, hatin berdan. -
TKP-ML'ê Kaypakkaya bi bîr anî
TKP-ML'ê Îbrahîm Kaypakkaya bi bîr anî û got, "Pîvana şoreşgeriya pratîkî û tevlîbûna li her têkoşîn û berxwedanê bi cih anî." -
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn
Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya bi daxuyaniyekê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û destnîşan kir, ku di têkoşîna li dijî şêlandin, talan û mêtingeriyê de 'rastiya şehîdan' xet e. -
ROJEVA 17'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo dîtina muvekîlên xwe serlêdanên nû kirin. -
YSK ji bo dengdana li derveyî welat ji bo berjewendiya Erdogan tevdigere
Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li welatên ku Kiliçdaroglû li pêş e dengdan daxist 2 rojan û li welatên ku Erdogan li pêş e jî dengdan wekî 4 roj diyar kir. -
Rêxistina Efûyê: Li 20 welatan 900 kes hatin darvekirin
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir di sala 2022’an de li 20 welatan nêzî 900 kes hatine darvekirin. -
ROJEVA 16'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li 23 bajarên Kurdistanê nêzî 320 hezar deng hatin betalkirin
Di hilbijartinên serokkomariyê yên roja Yekşemê de li 23 bajarên Kurdistanê herî kêm 319 hezar û 421 deng hatin betalkirin. -
HDP'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir: Em ê bêyî navber têbikoşin
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama têkoşînê de zimanê Kurdî wê bibe “zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê”. -
Kiliçdaroglû: Bêhêvî nebin, em ê di vê hilbijartinê de bi ser kevin
Kemal Kiliçdaroglû ê di hilbijartinên serokkomariyê de bi Erdoganê re ji tûra duyemîn re ma ev peyam da, “Nebe ku hûn xwe bêhêvî bikin. Em ê bi hev re rabin ser pêyan û di vê hilbijartinê de bi ser kevin.” -
Saziya Bilind a Hilbijartinê: Hilbijartina Serokkomariyê ji tûra duyemîn re ma
Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) diyar kir ku hilbijartina Serokkomariyê ya di 14’ê Gulanê de ji tûra duyemîn re ma. -
Partiya Keskan a Ewropayê: Serdema nû ya Tirkiyeyê hîn diyar nebûye
Hevseroka Partiya Keskan a Ewropayê Melanîe Vogel diyar kir ku piştî hilbijartinên 14'ê Gulanê serdema nû ya Tirkiyeyê hînê diyar nebûye. -
Sê çavdêrên hilbijartinê yên Spanyayî hatin dersînorkirin
Desthilatdariyê nehêla ku gelek çavdêrên Ewropayî yên ku dixwestin hilbijartinê bişopînin, bikevin Tirkiyeyê. Ji şandeya Spanyayî ya 10 kesî, 3 kes ku li Sêrtê hilbijartin dişopandin hatin destgîrkirin û piştre hatin dersînorkirin. -
Rûniştina yekem a 11 rojnamevan wê roja Sêşemê bê dîtin
Yekemîn rûniştina rojnamevanên Kurd ên di Cotmeha 2022’yan de hatin girtin, dê roja Sêşemê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin. -
Polîsên Tirk li Qoserê 2 kes bi êşkenceyê destgîr kirin
Kêliya ku polîsan li Qoserê hewl du kesan destgîr bikin û li wan dan ket ber objektîfa kamerayan. -
Tifaqa Ked û Azadiyê li gorî encamên destpêkê 66 wekîl bi dest xistin
Tifaqa Ked û Azadiyê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi giştî 66 wekîl şandin Meclîsê. Partiya Çepên Kesk 62 wekîl, TÎP’ê jî 4 wekîl bi dest xistin. -
Aydin: Qet nebe welat wê bêhnek bigire
Dîroknas û nivîskar Erdogan Aydin destnîşan kir ku, desthilatdariya heyî dema xwe dagirtiye û got, "Bi hilbijartinê re her tişt baş nabe, lê herî kêm welat wê bêhnek bigire." -
Koliyên alîkariyê yên erdhejê li depoya mizgeftê hatin dîtin
Koliyên perwerdeyê û xurekê yên ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Mîllî ve ji bo xwendekarên mexdûrên erdhejê hatibûn komkirin, li depoya mizgefteke li Edremîtê hatin dîtin. -
ROJEVA 14'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
‘Rewşa girtiyên nexweş Ot, Kodîn û Ozbayê giran e’
Di çalakiyan de ku li sê bajaran hat lidarxistin, hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Bedrî Ot, Eyup Kodîn û Fatma Ozbayê giran e, divê demildest bên berdan. -
Dayikên Şemiyê: Em ê ji bo demokrasî û azadiyê dengê xwe bidin
Dayikên Şemiyê ji ber hilbijartinê çalakiya xwe bi onlîne pêk anîn û gotin: “Em ê ji bo demokrasî û azadiyê dengê xwe bidin.” -
Xizmên Windakiriyan ji bo Ozdemîr û Çitak kom bûn
Xizmên Windakiriyan ji bo Enter Ozdemîr û Bapîr Çitak hatin ba hev.