Rûniştina yekem a 11 rojnamevan wê roja Sêşemê bê dîtin

Yekemîn rûniştina rojnamevanên Kurd ên di Cotmeha 2022’yan de hatin girtin, dê roja Sêşemê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin.

9 jê girtî 11 rojnamevan tên darizandin. Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Salman Guzelyuz, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin û Denîz Nazlim û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, di 29’ê Cotmehê de hatibûn girtin.

Di heman dozê de nûçegihanê MA’yê Zemo Aggöz û Mehmet Gunhan ku demekê li buroya MA’yê ya Enqereyê stajyer kir, tên darizandin.

Rojnamevan bi "endamtiya rêxistina terorê" tên sûcdarkirin. Nûnerên saziyên çapemeniyê û rojnamevan wê rûniştina yekemîn a roja Sêşemê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin bişopînin.