Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo dîtina muvekîlên xwe serlêdanên nû kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo dîtina muvekîlên xwe serlêdanên nû kirin.
Serlêdanên hevdîtinê ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ve hatin kirin.
Parêzer ji bo hevdîtinê bi muvekîlê xwe Abdullah Ocalan re bikin ku zêdeyî 2 sal in ti agahî jê nayê girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê dan.
Parêzeran ji bo girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.