Koliyên alîkariyê yên erdhejê li depoya mizgeftê hatin dîtin

Koliyên perwerdeyê û xurekê yên ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Mîllî ve ji bo xwendekarên mexdûrên erdhejê hatibûn komkirin, li depoya mizgefteke li Edremîtê hatin dîtin.

Koliyên ji amûrên perwerdeyê û madeyên xurekê yên ji aliyê wezaret û midûriyetên perwerdeyê yên mîllî ve ji bo xwendekarên mexdûrên erdhejê hatin komkirin, li depoya mizgefteke li navçeya Edremît a Wanê hatin dîtin.

Koliyên alîkariyê tevî ku 3 meh di ser erdhejê re derbas bûne jî radestî xwendekarên mexdûrên erdhejê nehatine kirin. Koliyên alîkariyê li depoya Mizgefta Îmam Azam a TOKÎ ya li Edremîtê hatin dîtin.

Koliyên ji seta perwerdeyê diviyabû radestî xwendekarên li herêmên erdhejê bihatina kirin.